Pirr xweşik helbestan jiber dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 9 Adar 2024 - 00:50

XIDIR FEYAT / ANHA / HESEKÊ

Mihemed Elî Ebdullah (10) ji navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê ye. Malikan ezber dike û dibêje. Di xwendina helbestan û sazkirina gotinan de, meyleke wî ya xwezayî heye.

Mihemedê hîna 10 saliya xwe temam nekiriye lê xwedî hafizeyeke xurt e û bi helbest û malikan dagirtî ye. Ev diyardeya wêjeyî ya biçûk, ji bo nifşên siberojê, hêviyek e ku dê hezkirina wêjeyê û bedewiya helbesta gel, derbasî nifşên din bike.

Mihemed zêdetirî 20 helbestên helbestvanên navdar ezber kirine.

Bi mereq û bawerî Mihemed behsa hewesa xwe ya ji bo helbestan û xeyalên xwe yên mezin dike û dibêje: "Ez ji helbestan hez dikim, ji ber ku dihêle em tiştê di hundirê xwe de rave bikim."

Ji bo Mihemed helbest "cîhan e" û dibêje peyvên di helbestan de pêlîstokên wî yên herî xweşik in.

Mihemed herî zêde ji gotina helbestên gel hez dike û dibêje: "Min li tevahî cureyên helbestan guhdar dikir, ji ber wê ev behreya min bi pêş ket. Dixwazim helbestên gel bibêjim.” Mihemed wiha domand: "Ap û xalên min piştgiriya min kirin û hiştin ez behreya xwe bi pêş bixim û xurt bikim û hêviyên xwe bi dest bixim."

Mihemed tev li çalakiyên hunerî û civakî dibe ku li bajarokê lê dimîne li dar dikevin, ji bo ku behreya xwe bi pêş bixe ku bi rêya wê kete dilê guhdaran. Bi zêdebûna hezkirina şêniyên bajarokê ji behreya Mihemed re, ew hêvî dike ku di demeke nêz de derfeteke firehtir jê re peyda bibe.

parvê bike

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.