• Heger pirsgirêka Kurdan li Îran, Tirkiye û Sûriyê neyê çareserkirin, îstîqrar pêk nayê û ev yek wê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne. Wî ji bo Peymana Edenê ya ku Rûsya derdixe pêş jî weke astengiya li pêşiya çareseriyê bi nav kir.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd der barê mijarên rojane de dîtinên xwe anîn ziman. Bedran Çiya Kurd got, "Rêveberiya Xweser diyalogên nîştimanî weke bingehê pêkanîna îstiqrar û çareseriya siyasî ya adilane ji bo tevahiya Sûriyeyiyan dipejirîne. Rêveberiya Xweser navbeynkariya Rûsyayê qebûl kir, wiha pêşwazî kir, rexmî ku rejîma Sûriyê hîna jî zehmetiyan dikişîna di qebûlkirina diyalogên li ser esasê pêkanîna guhertineke li Sûriyeyê ya ku pêwîstiya tevahî sûriyan pê heye."

 

Lavrov dûrî rewşê tevdigere

Bedran Çiya Kurd bal bire ser daxuyaniya wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî û wiha axivî, “Em dikarin daxuyaniya wî weke ʹdûrî rewşêʹ bi nav bikin. Rêveberiya Xweser yekitiya xaka Sûriyê û yekîtiya civaka wê parast û hîna diparêze, ji wê zêdetir Rêveberiya Xweser ev rêgez li cihê cih, li herêmê pêk anî, di vê çarçoveyê de herêmê biparêze û nehişt ku bikeve destê Tirkiyê û komên wê yên ku niha li herêmên di bin serweriya wan de xaka Sûriyê parçe dikin."

Çiya Kurd tawanên li dijî Rêveberiya Xweser red kirin û got, "Em teqez dikin ku tawanên cudaxwaziyê yên li dijî me, gotinên ku em diyalogê qebûl nakin, xwendineke siyasî ya ne durist e; di serî de xizmeta berjewendiyên Tirkiyê û ajandeyên wê dikin."

 

Peyama Edeneyê astengiya çareseriyê ye

Têkildarî peymana Edeneyê, Bedran Çiya Kurd wiha peyivî: "Ferzkirina Peymana Edeneyê, neheqeiyeke û ji aliyê gelê herêmê ve nayê qebûlkirin. Ferzkirina vê peymanê, dagirkeriya Tirk a li herêmên Sûriyê, di serî de Efrîn û herêmên din ên dagirkirî xurt dike."

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd anî ziman ku pêkanîna îstiqrarê li Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsgirêka Kurdan ve girêdayî ye û wiha peyivî: "Ji destpêka avabûna şaristanî û çandan ve Kurd li herêmê û Rojhilata Navîn pêkhateyeke bingehîn û resen in. Heger pirsgirêka Kurdan li Îran, Tirkiye û Sûriyê neyê çareserkirin, îstiqrar pêk nayê û gelek pirsgirêkên bi girêk wê hebin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdan, îstiqrar ne pêkan e."

NAVENDA NÛÇEYAN