Pîramîta li Deşta Mûşê: Kela Nîska

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 26 Mijdar 2020 - 23:15

Gundê Siqawiya (Mercimekkale) nehîya navenda Mûşê ye. Li rojhilatê rêya Gimgim-Erzurimê li rojavayê çemê Arsînê/Muradê ye. Beriya qirkirina sala 1915´an bi giranî gelê Ermenî li vir dima. Niha niştecihên Siqawiya û herêmê bi giranî ji eşîra Hesenan / Qere Hesenan e. Tê gotin ku Hesenan yek ji eşîrên federasyona Xaldiyan/Ûrartuyan e. Ev eşîr li Milazgir, Panos, Dêrsimê û Deşta Mûşê hene. Jê re Şêyx Hesenan jî dibêjin. Navê wan yê kevn weke "Huznan /Huzunan" tê zanîn. Key Menua li ser zinarê li ber keleha Paluyê jî peyva "Huzna" wek navê herêmekê bi kar aniye. Dibe bi Îslamîzekirinê re ev nav guhestibin Hesenan. Di nava Hesenan de ananeyên baweriya Êzdayetî zêde ye. Yên Dêrsimê ji Rêya Heq in.

Lêkolînên devera Mûşê, Xinûs û bi giştî Serhedê, xwerû jî yên Arkolojîk ji bo dîroka me ya kevnar gelek girîng in. Ji ber ku ev dever berê di destê Hûriyan de bû, li pey jî ket destê Mîtanîyên li ser heman bingehî, Xaldî/Ûrartû û pişt re jî ket destê Medan. Bi giranî jî berhemên çanda Xaldiyan li her bihust xaka Serhedê serdest e. Lê cih bi cih berhemên serweriyên din jî derdikevin. Persan û Romayê jî hespên xwe li vê deşta Mûşê bezandine. Demekê di bin serweriya Tîgranê Mezin ê Ermeniyan de jî maye. Di bin serweriya Hesenê Dirêj ê Beranan (Akkoyun) de maye.

Ev gir yan jî Keleha Nîskan di nava deştê de weke Pîramîtên Misrê xuya dikin, bi qasê 400 metreyan li rojavayê çemê Arsînê ye. Çemê Arsînê li vir ber bi rojhilat çiveke fireh daye xwe. Ev Girê Nîskan di nava vê çivê de bilind dibe. Zemînê girê Keleha Nîskan di forma elîpsê de ye. Berê aliyê wê yê fireh bi qasê 400 – 500 metreyan, berê aliyê teng jî li dora 300 -400 metreyî ye. Bilindahiya wê di ser 100 metreyî re ye. Ji ber ku lêkolîneke bingehîn li ser pêk nehatiye, tenê dîtinên hin kesên lêkolîner li ser hene. Hin dibêjin, ev di dema Hûrrî yan jî Xaldiyan de hatiye çêkirin, yanê ne xwezayî ye. Hin jî dibêjin; ev volkaneke piçûk e. Kevir xîs û axa wê jî nîşaneyên volkanîk in. Lê bêyî lêkolîneke bingehîn, mirov nikane tişteke zanistî bibêje. Aliyê bakur, rojhilat û pirraniya başûr weke kovikê gelek tîk bilind dibe, Aliyê rojavayê gir ango aliyê rê bi meyleke % 25 /30 bilind dibe. Ji ber vê karektera wê kesên jê re pîramîta "Deşta Mûşê" dibêjin jî hene.

Her çendî jê re Keleha Nîskan jî tê gotin, li dîharê gir ji kelehekê bêtir xirbeyên qereqol yan jî çavdêriya ji dema Xaldiyan ve maye heye. Di dema Romayiyan de jî ev der weke qereqoleke çavdêriyê û agahî ragihandinê hatiye bikaranîn. Li dîhar di hundirê gir de odeyeke mezin heye. Zarok di kuleka dîhar re dikevinê û tê de dilîzin, derî lê hene, lê tev de bi xîs û keviran xitimîne. Mixabin ku li ser lêkolîneke bingehin tine, leme em nizanin, ka tunêla hundir, mehzan û jûrê din hene, yan tine ne. Ji wê, em jî tenê bi van agahiyan mane.

Di hemû çavkaniyên bi Tirkî de û di nava gel de ev çîrok tê vegotin. Li Siqawiya mîrek çikot hebûye. Salek bûye hişkahî, dilopek baran nebariye. Mîr wê salê di zeviyên xwe yên avî de nîsk çandiye. Nîskan di cihê berekê de sê çar ber daye. Wî nîskên xwe weke tixekê avêtiye ser hev. Gelê birçî çi kiriye nekiriye wî çengek nîsk jî nedaye wan. Rojekê, Ameşa Spenta (Xizir) ketiye dilqê kalekî hatiye û ji mîr çengek nîsk xwestiye. Mîr ew qewitandiye. Li ser vê, ew tixa nîskan bûye xîs, xwelî û zinar. Ew roj, ev roj e, jê re Keleha Nîskan dibêjin.

Di nava Ermeniyên li herêmê de jî çîroka keşe "Gatoxigos Sahag Bertav" ê wek pîrozwerekî Ermeniyan tê zanîn, tê vegotin. Ew dibêjin, di salên 500 piştê Mîladê de vî keşeyî ew odeya li dîhar çêkiriye û bi salan tenê di wir de jiyaye. Lê agahiyên li ser lêkirina odeyê dema Xaldiyan /Ûrartuyan destnîşan dikin. Li Aliyê din, ev keşe li gundê bi navê Sahagê ku girêdayiyê nehîya Ziyaretê ye, jiyaye. Gundê Sagê navê xwe ji wî girtiye. Bêgûman her gel anagorî baweriya xwe çîrokekê diafirîne. Ev jî tiştên wêjeyî û xweş in.

Belê ev girê di forma pîramîtên Misrê de bi rastî jî hêjayê lêkolînê ye. Ne tenê di warê arkeolojîk de, her wiha di warê jeolojiyê de jî. Mînak gelo ev berhemeke Serdema Qeşayê ye, volkaneke piçûk e, yan jî bi destê mirovan hatiye lodkirin. Bi hêviya lêkolînên bingehîn û agahiyên têr, hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.