Pîlanên qirêj li ser Şengalê hene

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 14:08

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser ya Demokratîk ya Şengalê Hisên Sado têkildarî rewşa dawî Şengalê û pîlanên qirêj yên li ser wê axivî. Sado da diyakirin ku di vê demê de xelkê Şengalê vedigere ser cih û warên xwe û vegerên Şengalê weke gavekî giringe nirxand û wiha got; “Ji ber ku dibe di demên pêş de herêm derbasî pêvajoyek nû bibe, ji bo ve jî pêwîste xelkê me xwe xwe amade bike.”

Pêvajo pirr hesas e

Hisên Sado di serî de rewşa niha ya Şengalê nirxand û got; “Pêvajoya ku em niha têde ne, ne hêsane û pîlanên niha tên kirin ji fermana DAÎŞ’ê xetertir û mezintir e. Em dikarin wek fermana spî binav bikin. Ji ber ku erdingariya me ya Şengalê li cihekî pir stratejîk e. Welatên derdorê bi hevkariya hinek aliyên siyasî yên hindir dixwazin xwe li ser herêmê ferz bikin. Ji bo ku van plana pêk bînin, gelê me dike qurbanî û hemû alî berjewendiyên xwe esas digirin ne yê gel. Em wek Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo em gelê xwe ji van komplo û pîlanên qirêj rizgar bikîn, bi hemû hêza xwe em têdikoşîn û rêya me hilbijartî ku di oxira wê de bi sedan şehîdên me çêbûne, emê bibin serî û dest ji kesekî re danaynîn.

Vegerin û xwe biparêzin

Li ser vegera koçberên Şengalê û vegera Êzidiyan ji bo ser warên xwe Sado wiha got: “Dema ku gelê me li ser axa xwe be, dikare rê li ber gelek pîlanan bigire, xwe biparêze, xwe birêve bibe û bide jiyankirin. Dema kesek ne li ser axa xwe be, nikare bêje ku ez heme û dikarim bi azadî jiyan bikim. Hebûna mirov bi axa mirov ve girêdayî ye. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê malên li ser warên xwe vedigerin pêşwazî dikin û li gorî derfetên ku di destê me de hene em bi wan re dibin alîkar û pêdiviyên wan yên serekî wek av û elektrîk ji wan re peyda dikinn. Ev kar û xebat taybet di aliyê paqijkirina malan û mijarên avê de em berdewam di nava kar de ne bi rêya şaredariyên xwe xizmeta vî gelî dikin.

Dewleta Tirk asteng e

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser ya Şengalê da diyar kirin ku dema gel berê xwe dide ser axa xwe dewleta Tirk bi balafiran herêmê dike armanc û dixwaze wisa bide xuyakirin ku Şengal ne arame. Lê ev êriş nikarin vegera xelkê Şengalê asteng bikin. Ji ber ku gel dizane eger venegerin ser axa xwe ewê tune bibin û hedefa dewleta Tirk jî ew e ku Şengalê bê Êzidî bihêle. Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Iraqê bi hevkarî tên kirin. Ji ber wê di aliyê raya giştî de bêdengî heye. Em weke Êzidî dibin qurbanên van êrîşan. 

Berê ciwanan didin derve

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser ya Şengalê Hisên Sado di dawiyê de bal bire ser pêla koçberiyê û got;“Dema xelkê me berê xwe da Şengalê hinek alî hene mijara koçberiyê dikin rojevê. Berê ciwan û xelkê me didin derveyî welat. Ev yek jî metirsiyeke mezine li ser paşeroja xelkê me û pêwîste xelkê me nekeve van xefikan û dest ji axa xwe bernede.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.