- Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Eyn Îsayê dikin. Rûsya û Rejîm jî lê temaşe dikin. Emîne Omer got: Rûsya zorê li QSDʼê dike da ku Eyn Îsayê radestî Şamê bike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, doh ji destê sibê ve bi çekên giran û balafirên şer û balafirên bêpîlot êrişî gundên Seyda, Mielek, rêya M4 û derdora navçeya Eyn Îsayê dikin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran didin.
Li gundê Çelbê û Mişêrfê yê Eyn Îsayê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran diqewime. Di şer de gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin. 2 sivîlên li gundan jî birîndar bûn. Di dema amadekirina vê nûçeyê de jî şer bi giranî dewam dikir.
Li gel bombardûmana li ser gundê Mişêrfê her wiha balafirên bêmirov ên biçek jî li ser herêmê digerin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe herêmê didin ber topan û bombarduman dikin.
Di gundan de sivîl hene
Yek ji fermandarê QSD’ê yê li navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê, ji ANHA’yê re axivî.
Xerbîsan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeveqê êriş birin ser gundê Cehaba yê 5 km dûrî Eyn Îsayê û got: “Dagirkeran bi çekên giran êrişî gundê Cehaba kir û hewl da gund dagir bikin. Me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da û hewldanên wan ên dagirkirinê têk birin. Piştî ku êriş hatin têkbirin, hêzên dagirker careke din saet 7:00ʼan êrişî rêya M4, derdora Eyn Îsa û gundê Seyda kir. Êriş li dijî gundên bi sivîlan dagirtî, pêk hatin û sivîlên herêmê bi xetereyê re rû bi rû ne.”
Rûsya û Rejîm temaşe dikin
Fermandarê QSD`ê Ezîz Xerbîsan dide zanîn ku êrişa li ser sivîlan li pêş çavên hêzên Rûsyayê pêk tê ku aliyê garantor e, û got: “Tevî ku li rojhilatê depopyên Eyn Îsayê eskerekî rejîm birîndar bû jî ne Rûsya û ne jî Rejîm deng ji xwe naynin. Hêzên dagirker, piştî demeke dirêj cara yekem bi balafirên şer herêmê bombebaran dikin. Tevgera balafirên şer û keşfê li ser navenda navçeyê û gundewarên wê hîna jî dewam dike. Ji bo parastina gel û xaka xwe em ê her tim li ber xwe bidin.”
Hejayî bibîrxistinê ye ku di 9`ê Kanûnê de Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihandibû ku wan bi hêzên Rûsyayê re li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş, li hev kiriye.
Rûsya zextê li QSDʼê dike
Hevseroka MSD’ê Emîne Omer li ser êrişan îşaret bi rola Rûsyayê kir û got: “Rûsya berpirsê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê ye. Rûsya ji bo navçeyê radestî hêzên hikumeta Şamê bike, zextê li QSDʼê dike.”
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide herêmên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û got: “Dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û rêya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qut bike, ji ber ku stratejîk e û li ser rêya M4 e.”
NAVENDA NÛÇEYAN