- Rêveberiya Xweser: Armanca sereke ya êrişê kontrolkirina Hesekê û dabînkirina korîdorekê ji bo terorîstan di navbera kampa Hol û Til Temirê de ye. Lê hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ev plana kirêt têk bir.
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êrişên dewleta Tirk û DAIŞ´ê li dijî Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û got, dewleta Tirk hewl dide bi rêya çeteyên DAIŞ’ê ewlehiya herêmê têk bibe û destnîşan kir ku ‘pîlana qirêj’ a herî dawî ya li Hesekê jî hatiye têkbirin.
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek da.
Meclîsê got, “Armanca sereke ya êrişê kontrolkirina Hesekê û dabînkirina korîdorekê ji bo terorîstan di navbera kampa Hol û Til Temirê de ye.”
Dagirkerî û kuştina sivîlan
Meclîsê îşaret bi êrişê sereqet ê dewleta Tirk ên li dijî Şoreşa Rojava kir û wiha dewam kir: “Careke din îsbat bû ku ew zêhniyeta ku dewleta Tirk bi rê ve dibe, li ser daxwaz û hêviyên berfirehbûn û dijminane ava bûye, ew xak û mirovan li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ`ê, hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkirina yekser yan jî hedefgirtina sivîlan bi rêya dronan, tine bike.”
Dewleta Tirk çete perwerdekirin
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku dewleta Tirk çete li baregehên li Serêkaniyê û Girê Spî perwerde kiriye û wiha dewam kir: “Vê carê çete li baregehên taybet ên li Serêkaniyê, Girê Spî perwerde kirin û şandin taxa Xiwêran a Hesekê û êrişî girtîgeha Sînaa kir ku derdora 5 hezar DAIŞ`î tê de hene. Li gel neparastina hikûmeta Şamê, sînorên Sûriyê û bêdengiya wê li hember destwerdana domdar a dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê, ji vê yekê armanc dike ku Hesekê kontrol bike, korîdorekê ji bo terorîstan di navbera Til Temir û kampa Holê de û heta Iraqê veke. Ev mudaxele li dijî qanûnên navneteweyî û serdestiya welatekî ye. Lê hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî, ev pîlana kirêt têk bir.”
Xwedî li Rêveberiyê derkevin
Meclîsê herî dawî bang li xelkê kir da ku xwedî li rêvebeiryê derkeve: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve. Li hember komployên li hundir û derve piştgiriya wê bike. Em fedakariyên şehîdan silav dikin ku li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe didin. Em fedakariyên şehîdan silav dikin û bang li koalîsyonê dikin ku rola xwe pêk bîne û hewl bide tundrawên ji nasnameyên cuda vegerîne welatên wan.”
QAMIŞLO