Pîlan ji Efrînê mezintir e

Duşem 14 Mijdar 2022 - 18:30

  • Endama Meclisa Civakî ya Efrînê, Hêvî Mistefa der barê guhertina çeteyan li Efrînê de got, destguhertina hêzên çete li Efrînê xetereyeke mezin e û dewleta Tirk dixwaze bi rêya Cebhet El-Nusra êrîşî gelê herêmê bike.

RONAHÎ NÛDA / JÎNHA / QAMIŞLO

Endama Meclisa Civakî ya Efrînê, Hêvî Mistefa li ser pîlanên ku li Efrînê ji aliyê çeteyan ve tên kirin û hedefa çeteyan peyivî û got, “Çeteyên ku destekê didin dewleta Tirk komên çeteyan hemû, komên terorê ne. Dibe ku ew çete nav û kirasên cuda li xwe bikin lê di zêhniyetê de karên wan dûrî şoreş û opozîsyonê ne û ev çeteyên terorê ne. Cîhan hemû dizane ku dewleta Tirk bi balafir, tang û topên xwe êrîişî herêma Efrînê kir û dagir kir. Di nava çar salan de her roj talankerî, dizî, kuştina mirov û jinan, xirakirina cihên dîrokî, hemû ji aliyên komên çete yên dewleta Tirk ve pêk hatin. Niha armanca dewleta Tirk ew e ku careke din, kirasên çeteyan biguherîne û bi navê El-Nusra wan derbasî Efrînê bike. Pîlanek wan a din jî ew e ku bi rêya Cebhet El-Nusra careke din êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.”

Bêdengiya wan sûc e

Hêvî Mistefa bêdengiya li dijî van kirinan û berjewendiyên dewletan bi dewleta Tirk re wiha nirxand: “Her wiha bêdengî û berjewendiyên dewletan hişt ku dewleta Tirk ji xwe re weke maf bibîne ku her roj êriş û destdirêjiya xwe li Sûriyeyê zêde bike. Em jî wan dewletan sûcdar dibînin û bêdengiya wan rexne dikin. Kesên ku dibêjin, em demokrat in û Sûriyeya demokratîk dixwazin, rastî mudaxeleyên dewletên herêmî û dewleta Tirk tên.”

Dewleta Tirk El-Nusrayê dixe Efrînê

Hêvî Mistefa têkiliya dewleta Tirk bi komên çete yên Cebhet El-Nusra (çeteyên ser bi îdeolojiya El-Qaîdeyê) re wiha axivî: “Tikriyeyê teror li herêmê belav kiriye, û yê ku rê, meter û sînor ji çeteyan re vekiriye dîsa Tirkiye ye. Dewleta Tirk di raya giştî de rastiyan berovajî dike. Di dema Efrînê de ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibû avakirin, guleyek jî li hemberî axa Tirkiyeyê nehat teqandin. Efrîn bûbû Keştiya Nûh û her kesê ku ji şer direviya hembêz dikir. Jinan li Efrînê mafên xwe bi dest xistibûn. Ya ku destek da çeteyan û ew derbasî Efrînê kirin, dewleta Tirk a dagirker bû. Ev yek ne tiştekî nû ye û niha jî bi navê Cebhet El-Nusra derbasî Efrînê bûne û pîlana wan ji Efrînê mezintir e, dixwazin li herêmên din jî bikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.