Yekem kovara bi devoka Şêxbizinî ya Lekî, ji aliyê Kurdên Şêxbizînî yên li Anatoliyayê ve hat çapkirin.
Şêxbizinî, eşîreke Kurdên bajarê Kirmaşanê yê Rojhilata Kurdistanê bûn. Dewleta Osmaniyan, di sedsala 16’an de ew sirgûnî Kerkûkê kirin. Piştre, gelek eşîrên Şêxbizinî, berê xwe dan Anatoliya Navîn jî. Bi sedan sal in ku Şêxbizinî ji Enqere (Haymana) heta Konya, Sînop, Semsûn û Çorûmê bi cih bûne. Bi devoka Lekî diaxivin û wan çanda xwe jî bi sedan sal in, li her devera Anatoliyayê û Kurdistanê parastiye.
Hin nivîskarên Şêxbizinî yên li Haymanayê bi navê “Pîjok” koverek çap kirin. Ev kovar, bi devoka Şêxbizinî hatiye nivîsin û qala çand, huner û zimanê Şêxbiziniyan dike.
Gerînendeyê Giştî yê kovarê, Onur Ozdemîr e û nivîskarên kovarê jî Ramazan Comer Tetik, Mustafa Başaran, Erhan Akbenlî, Mehmet Okçu, Rênas Burhan Demircan e.
Pîjok yekem kovar e ku bi devoka Şêxbizinî ya Lekî tê derxistin.
ENQERE