Picassoya porîk û keziyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Kanûn 2021 - 22:12

  • Laetitia Ky ji welatê rojavayê Efrîkayê, Peravên Diranê Fîlan e. Ew peykersazek e, lê malzemeya wê ya çêkirina peykeran ne ji derve ye: Ew ji porê xwe peykeran çêdike.

Laetitia Ky ji welatê rojavayê Efrîkayê, Peravên Diranê Fîlan e. Ew peykersazek e, lê malzemeya wê ya çêkirina peykeran ne ji derve ye: Ew ji porê xwe peykeran çêdike. Yanî ji bo peykeran jê re porê wê, ta û hinek jî têl lazim e. 

Ew bi van malzemeyên besît peykerên bi pêşketî çêdike. Piştî ku berhema xwe çêdike jî, wêneyê encamê digire. Ew van wêneyan li Instagramê parve dike. Li ser Instagramê jî bêhtirî 228 hezar kesan, wê dişopînin. Beriya bi 8 salan ew biryarê dide ku li “kokên xwe yên Efrîkî” vegere. Peykerên wê yên ji porê wê jî wiha çêbûn; serê pêşî tenê ji kêfa xwe re çêkirin. Piştre bi tesîra wê dihise: “Min dît ka dikare çi qas tesîrê bike li ser mirovan, ji ber wê niha ez bêhtir bi cidiyet pê dadikevim û xwe bêhtir dixim nav vî karî. Ez peyaman dişînim, yên hezkirina ji xwe, xweşbîniya ji bo ya/yê beramberî xwe, wekhevî û îhtîramê. Ez vê dikim ji bo ku dinyaya lê dijîm baştir bikim.” 

Axir hûn lê binihêrin, ka wê karî peyama xwe bigihîne we jî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.