Pîcasso bi El Greco re di heman pêşangehê de

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:46

Di dîroka hunerê de gelek hunermend di bin tesîra hevde mane û ji hev îlhamê girtine. Şêwekarê navdar Pablo Pîcasso jî di hêr kêliyê de pesnê El Greco dida û di gelek berhemên wî de jî referansa şêweya El Greco dihat xuyakirin. Ji xwe Pîcasso jî vê yekê bi şanazî qebûl dikir. El Greco beriya Pîcasso bi 300 salan berhemên bêhempa xêz kiribû û gelek şêwekarên dinyayê di bin tesîra xwe de hiştibû.

Pêşangeha niha li “Kunstmuseum” ya bajarê Baselê tê lidarxistin berhemên El Greco û Pablo Pîcasso tîne gel hev û bi hevre nîşan dide. Bi vî awayî têkiliyekê di navbera her duyan de çêdike. Tenê ne wan her duyan, di pêşangehê de gelek berhemên hunermendên din jî hene ku dane berhev û bi vî awayî têkliya di navbera şêwekaran de nîşan dane. Qederê 40 berhemên bi vî awayî li pêşangehê tên nîşandan.

Pêşangeha li “Kunstmuseum” heya 25’ê Îlonê dê vekirî bimîne û xelk karibin herin serdana tabloyên şêwekarên ku di bin tesîra hevde mane.

BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.