Peyva protestoyê jî qedexe ye

Yekşem 7 Tebax 2022 - 21:27

  • Şemiyê li ser banga Nifşê Nû li gelek navendên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin.

Şemiyê li ser banga Nifşê Nû li gelek navendên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin. Hîna beriya xwepêşandan dest pê bikin, hinek rêveberên Nifşê Nû û xwepêşander hatin binçavkirin.

Çalakî li Ranya, Seyidsadiq, Helebce, Kelar û Silêmaniyê çêbûn. Lê, li Dihok û Hewlêrê û navçe û bajarokên wan hemûyan xwepêşandan nehatin kirin.

Tevgera Nifşê Nû ragihand ku hêzên ewlehiyê 7 parlamenterên wê û 35 xwepêşander kirine nezaretê. Di heman demê de hêzên ewlehiyê 10 rojnamevan jî kirin nezaretê. Ji van herî kêm 1 li Hewlêrê û 4 li Silêmaniyê hatine girtin.

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahîd bang li welatiyên Hewlêrê kiribûn ku di dema xwepêşandanê de tenê biçin bazara bajêr, lê ji bo bajarên din banga xwepêşandanê kirîbû.

Herwiha Malpera Wêsgenews’ê ragihandiye ku li Silêmaniyê 4 rojnameger hatine binçavkirin û her îro rojnameger Eyub Wertî li Hewlêrê hatiye binçavkirin.

70 binpêkirin li dijî rojnamevanan

Li gorî malpera Peregraf di dema xwepêşandanan de bêhtirî 70 rewşên binpêkirina mafên rojnamevanan hatine tesbbîtkirin. 

Wê got, dîtina xwepêşandanan di medyayê de bi temamî hatibû qedexekirin. 

Li Hewlêrê jî, bi ya Peregrafê, hildana navê xwepêşandanê jî qedexe bû. 

Hêzeke mezin a asayîşa PDK´ê koma herî piçûk a mirovan jî xistine kontrolê. Peregrafê li ser mesafeyeke 2 kîlometro 100 maşînên asayîşa PDK´ê dihejmêre.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.