Peymana Lozanê pûç kirin

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Peymana Lozanê ya ku Kurdistan pê bû çar parçe, di salvegera 99’an de li ber avahiya peyman hatiye îmzekirin, hat protestokirin.

Peymana Lozanê ya ku Kurdistan pê bû çar parçe, di salvegera 99’an de li ber avahiya peyman hatiye îmzekirin, hat protestokirin. Li ber avahiya Càteau d'Ouchy Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç got, Peymana Lozanê bi berxwedana çar parçeyên Kurdistanê hatiye pûçkirin: "Kurdên Elewî, Sunî, Xirîstiyan; hemû Kurd li vir in. Peymana Lozanê 99 sal bi şûn ve pûç bû. Bijî berxwedana gelê Kurd, bijî berxwedana Rêber Apo. Dewleta Tirk, dixwaze Peymana Lozanê nû bike. Dixwaze bi şerekî qirêj Şoreşa Rojava têk bibe. Lê bila ji bîr neke ku Rojava rûmet û pêşeroja hemû Kurdan e."

Piştî Yuksel Koç, li ser navê TJK-E’yê Mulkiye Açirbaev got, "Eger em Kurd bibin yek, kes bi me nikare. Em bi destên hev û din bigirin, ne Erdogan lê dinya bi me nikare."

Piştre, Nûnerê Lozanê yê Partiya Keskan Jonas Kochar, Alîkarê Serokê Partiya Karkeran a Lozanê Îdrîs Samîm, Rojnamevan Kemal Raûf, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nîdal Silêman axivîn.

Herî dawî, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Ahmet Karamûs jî malvahiya beşdaran kir ş komkujiya delweta Tirk li Zaxoyê kir jî rûreş kir.

ANF/LOZAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.