10 mehan her dezgeh danîn

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 22:36

  • Antropologa Swîsreyî Sandra Bornand a li CNRS´a Fransayê lêkoler e, li dezgehê disekine û tevahiya rojê îmzeyan berhev dike. 

ONER POLAT / LOZAN

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo ku PKK ji lîsteya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya rêxistinên terorîst bê derxistin, li bajarê Swîsreyê Lozanê ji 24´ê Mijdara 2021´ê ve îmze tên berhevkirin. 

Dezgeh her çarşem li Meydana St Laurentê tên danîn û çalakiyê Civaka Demokratîk a Kurd (CDK), Meclîsa Jinan a Lajîn, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (Têko-JIN) bi hev re ev 10 meh in dewam dikin. Li ser dezgehê kitêbên Ocalan û kitêbên li ser fikrên wî jî tên danasîn. Di çalakiyê de heta niha 4 hezar û 350 îmze berhev kirine.  

Antropologa Swîsreyî Sandra Bornand a li CNRS´a Fransayê lêkoler e, li dezgehê disekine û tevahiya rojê îmzeyan berhev dike. Ev jina 52 salî bi xêra wênegiriya hevjînê xwe yê ku wêneyên çalakiyên Kurdan digire, Kurdan nas dike.

Piştî ku ew Kurdan nas dike “herî zêde paradîgmaya azadiya jinê ya Kurdan” bala wê dikişîne ser xwe. 

Sandra Bornand têkiliyê bi Kurdan re datîne û kitêban dixwîne: “Bi rêya greva jinan a li Swîsreyê min meclîsa jinan a Kurdan nas kir. Min dît, PKK rêxistineke ku li dijî kapîtalîzmê têdikoşe. Ji ber wê jî ez li vir tevî Kurdan îmzeyan berhev dikim.” 

Çûye Mexmûrê jî

Hunermenda şanoyê ya li Lozanê Camille Martin di çarçoveya hin projeyên xwe de berê çûye Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê jî. Ew îro jî di koma şanoyê “Em Şanoger in” de cihê xwe digire. Ew dibêje, “Ez beşdarî hin çalakiyên Kurdan ên ji bo bidestxistina mafên wan dibim. Ji bo min gelekî manedar e ku ez nîşan bidim, ez destekê didim têkoşîna miletê Kurd û Kurd ne tenê ne. Ji ber ku zimanê min ê dayikê Fransî ye, ev avantajeke mezin e di warê berhevkirina îmzeyan de. Gava em îmzeyan berhev dikin, em hewl didin felsefeya tevgera Kurd a azadiyê jî ragihînin mirovan.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.