Şoreşa çareseriyên yekser

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 25 Îlon 2023 - 10:18

  • Di çalakiya li şanogeha Vidy ya Lozanê de Konfederalîzma Demokratîk û Şoreşa Rojava weke Şoreşa jinan hatin minaqeşekirin. Beşdarên panelan berê xwe dan potansiyela çareserkirina meseleyan hemûyan ya Şoreşa Rojava.   

ERDOGAN ZAMUR - ONER POLAT / LOZAN

Çalakiya “Sefareta dinyayeke nû: Kurdistan” li şanogeha herî kevnar a Swîsreyê, Şanogeha Vidy ya li najarê Lozanl (Théâtre Vidy-Lausanne) bi rê ve çû. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û hunermendê Holandî Jonas Staalev çalakiya siyasî, hunerî û çandî bi rê ve bir. Ji gelek deverên dinyayê hunermend, siyasetvan û akademîsyen tevlî çalakiyê bûn. Çalakiyê pêr sibehê bi du atolyeyan dest pê kir. 

Endama KNK´ê Nilufer Koç atolyeyek li ser Konfederalîzma Demokratîk bi rê ve bir. Sendîkavana Bangladeşî û damezrênera Weqfa Awaj, Nazma Akter jî atolyeya din bi rê ve bir.

Piştî nîvrojê jî endama KNK´ê Nilufer Koç, hunermend Jonas Staal, hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê Hatice Kandal û endama Meclîsa Şaredariya Lozanê, Sevgi Koyuncu axivîn.

Di panela yekem a roja ewilî de Nilufer Koç, aborînasê Emerîkayî David Adler û aktîvîsta mafê mirovan a Swîsreyî  Elisabeth Decrey Warner li ser meseleya “Demokrasiya bêdewlet” peyivîn. Hunermend Jonas Staal moderatoriya panelê kir. 

Şanogeha Vidy

Xwezî Ocalan li vir bûya

Endama KNK´ê Koç pêşî peyivî, û got ew ê behsa paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalna bikin û wiha peyivî: Xwezî birêz Ocalan li vir bûya û wî behsa paradîgmaya xwe bikira. Mixabin beriya bi salan bi awayekî korsanwarî ew revandin û êsîr kirin. Divê em wanên ku zextê li me dikin fêm bikin, wan nas bikin. Lewma ew hewl didin her tişta ku ew xwediyê wê ne, biguherin. Projeya Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk, projeyeke ji bo her kesî ye. Em dewletê red dikin, ji ber ku dewlet hêz e. Saziya em jê re dewlet dibêjin, azadiyê nade me. Kapîtalîzm parçe dike û hewl dide bi rê ve bibe. Lê belê em hewl didin bi yekkirinê bikin ku xelk xwe bi rê ve bibe. Mesele, meseleyeke sîstemê ye. Bi sîstema heyî, em nikarin meseleyan çareser bikin. Helwêstên dewletan piştî şerê Ukraynayê ev yek ji nêz ve nîşanî me da. 

 

Me jiyana bi hev re tercîh kir

Sîstema ku me ji bo çareseriyê danî meydanê, Konfederalîzma Demokratîk e. Me jiyana bi hev re tecîh kir. Tevî her tiştî, binihêrin, em li ser piyan in û li ber xwe didin. Berxwedana jinan dewam dike. Dewletên netewe îro di krîza xwe ya herî mezin de ne. Heger em dixwazin hin tiştan baş bikin, biedilînin, divê em wan bi pêş bixin. Weke nimûne, heger mirov li dijî êşkenceyê be, mirov nikare weke êşkencekar li dijî êşkenceyê kar bike.”

 

Şoreşa Kurdistanê hêvî ye

Aborînasê Emerîkî David Adler jî, di axaftina xwe de got, “Ji bo min şensekî mezin e ku ez li vir im; cihê şanziyê ye. Ez li Emerîkayê hatim dinê û li Meksîkayê mezin bûm. Dîtina femînîzmê li Chiapasê ji bo min serfirazî bû. Şoreşa Kurdistanê îro ji bo dinyayê hêvî ye. Adler ji têkoşîna jinên Meksîkî hin nimûne jî dan û got, têkiliyên navneteweyî li gorî mentiqa neteweyan bi rê ve diçin.

 

Hevjînê min jî biguherin

Aktîvîsta mafê mirovan a Swîsreyî Elisabeth Decrey Warner jî behsa çavdêriyên xwe yên li Rojava kir. Warner bi bîr xist ku sîstema demokratîk a li Rojava, sîstemeke demokrasiya yekser e û wiha peyivî: “Tevahiya meseleyên sereke yên dinyayê, di rojeva wan de ne; krîza avhewayê, meseleya jinan û yên weke wan. Tişta herî zêde tesîr li min kir, hebûna jinan a di nava sîstemê de bû. Di her astê de jin hebûn. Min ji wan re got, rahêjin hevjînê min û wî jî biguherînin.”

Warner got, di sîstema demokratîk a Rojava de kapasîteya çareserkirina tevahiya pirsgirêkan heye: “Gava em behsa demokrasiyên bi dewlet yan jî bê dewlet dikin, tişta li herî pêş, hilbijartin in. Tevî vê jî beşdariya li hilbijartinan pirr kêm e; beşdar bibin jî ew dengê xwe didin lîsteyeke li ber xwe. Herçî demokrasiya bê dewlet e, divê mirov ji bo wê gelekî kar bike, divê mirov bên qanehkirin û civak jê re bê amadekirin.”

 

Mêhtingeriya bê welat

Piştî navberê bi navê, “Mêhtingeriya bêwelat” paneleke din hat birêvebirin. Ji akademiya Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê, rojnamevan û nivîskar Necîbe Qeredaxî, parêzera ji Hindistanê Varsha Gandikota û nivîskara ji Fransayê Fatima Ouassak peyivîn.

Necîbe Qeredaxî got, “Li Agiriyê, dewleta Tirk got, min ew kuştin û kirin gornê. Lê belê li çar hêlên Kurdistanê têkoşîn dewam dike. Em hem li ber xwe didin, hem jî ava dikin. Em xwe di çarçoveya modernîteya demokratîk de ava dikin.

Zanist, lazim e bi maneya jiyanê dakeve. Jineolojî, bi vê maneyê, destwerdaneke radîkal a li zanistê ye. Têkoşînên heta roja îro em ji xwe re dikin rêber. Peyveke endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat şehîdkirin, heye: ´Ji bo mirov xwe ji sîstemê qut bike, bîr lazim e, ji bo bîrê jî bîrewerî.´ Ji ber wê divê em bi rastî jî civakeke bîrewer biafirînin. Ocalan dibêje, heta ku mirov serwext nebe li dîroka koletiyê û kolekirina jinan, dîrok nikare bê nivîsandin. Dîroka koledariyê divê ji nû ve bê nivîsandin. Dîroka heta îro hatiye nivîsandin, ne ya civakê ye, ya dewletê, sîstemê û mêran e. Azadiya civakê bi azadiya jinan mumkin e. Jin ne azad bin, civak azad nabe.”

 

Nabe ku sînorê xeyalan hebe

Parêzera Hindistanî Varsha Gandikota jî got, “Her tişt bi sînoran hatiye diyarkirin. Ev sînor divê vebin. Kapîtalîzm sînoran nas nake. Divê ku xeyalên me jî li sînoran nesekinin. Li Rojava ji bo dinyayeke bê sînor têkoşîn dewam dike. Şoreşa bi pêşengiya jinên Kurd, yeke giring e. Weke şoreşeke radîkal, Rojava şoreşeke jinan e.”

Nivîskar Fatima Ouassak jî got, “27´ê Hezîranê polêsê Fransayê zarokekî reşik qetil kir. Mixabin, ev li Fransayê weke tiştekî adetî hat dîtin. Jinên ne spî-ewrûpî, ji bo zarokên xwe têdikoşin. Jinên ne spî-ewrûpî yên li Fransayê, bi awirekî cihê li têkoşîna jinan a li Rojava dinihêrin.”

Bernameya roja pêşî bi filma Marva Arsanios a bi navê “Kî ji îdeolojiyê ditirse” bi dawî bû. Herî dawî jî hunermendên Med-Derê konser dan.

Doh jî danê sibeyê 3 xebatên atolyeyê hatin meşandin. Piştî nîvrojê li ser navê Koordînasyona Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rojîn Mûkrîyan, aktîvîsta ji Sahrayê Ahmedna Abdi M’barek û hunermend û lêkolera Libnanî Marwa Arsanios tevlî bernameya “Çandên Piştgiriyê” bûn.

Di panela dawî ya doh de endama Kongra Star Rohaş Şêxo, ji Bangladeşê seroka sendîkaya karkerên tekstîlê Nazma Akter û ji Swîre Ensemble (Tifaqa Çepgir), parlamentera federal Stéfanie Prezioso tevlî panela “Konfederalîzma demokratîk a dinyayê” bûn.

 

Heta 22´yê Cotmehê pêşangeh vekirî ye

Wekî din, pêşangeha ku di çarçoveya vê çalakiyê de hunermend Jonas Staal 8´ê Îlonê li Şanogeha Vidy bi navê “Dewletên bê dewlet” vekiribû jî wê heta 22´yê Cotmehê li xelkê vekirîbe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.