Peymana Civakî tê nasandin

Şemî 3 Sibat 2024 - 02:45

Peymana Civakî ya Nû a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rêxistinên civakî yên cuda demeke dirêj li ser dixebitîn û piştî diyalogê 12'ê Kanûna 2023'an ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate pejirandin, li dar bû.

Peymana Civakî d1 û 2'ê Sibatê li Madrîdê ji aliyê Weqfa Anselmo Lorenzo (Fal) ve bi semîneran hate nasandin.

Ji Nûnertiya PYD'ê ya Ewropayê Mizgîn Ahmed 1'ê Sibatê li Weqfa Anslemo Lorenzo di çalakiya Anarşîst Platform Lîza de pêşkêşiyek li ser peymanê kir.

Bi dehan kes ji şêniyên Madrîdê beşdarî semînerê bûn. Aktîvîsta Kurd Ahmed anî ziman armanc ji çalakiyan ew e ku encamên peymanê hîn baştir bidin fêhmkirin.

Çalakiyên danasîna peymanê wê 2'ê Sibatê li Cafê Marx Madera Plaza de la Asocîacîonê (Orcasîtas) dewam bikin. Her wiha 7'ê Sibatê wê li Zanîngeha Ceyda (Lleîda) çalakiyek bê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.