Welatê Perû yê  Emerîkaya Başûr nexasim bi bermahiyên şaristaniya “Înka”yan navdar e. Tê zanîn şaristaniya Înka li serê çiyayê “Macchu Picchu” gelek mal û peykerên kevnar li du xwe hiştibûn. Di hêla huner de jî ew gelek bipêşketî bûn û huner û xweza bi hev re dikirin yek. Hunerê Înkayan di nav xwezayê de bû û ti carî huner ji xwezayê dûr nedidîtin û jê venediqetandin.

Peykersazê bi navê Michael de Titan ku ew ji bajarê Cusco yê Peru ye, bi projeya xwe ya dawî dide pey hunerê Înkayan û rêûresma Înkayan diparêzê. Di nav xwezayê de, peykerên xwe di nav teht û zinaran de çêdike. Bi gotineke din, ew teht û zinaran wediguherîne peykerên mezin û balkêş. 

Titan herî dawî peykerên xwe yên bi navê “Apukunaq Tianan” (Mala Yezdanan) çêkir. Ciyên ku peyker çêkirine, ji bajarê Cusco qederê 40 deqeyan dûr e. Titan, zinar qewirandine û ji zinaran peykerên mezin çêkirine. Ev cih bala tûrîstan dikişîne.

Wî peykerên Yezdanê Çiyayê Andê yê afirîner Viracocha, Xwedewenda Înka ya axê Pachamama, serê pilingekî (ajalekî sembolîk ê şaristaniya Înka) û wechê hikumdarê dawî yê Înka li ser van zinaran teswîr kiriye. 

Ji bo Titan van peykeran çêke, wî tenê hesinên devên wan tûj û çakûç bi kar anîne. Peykeran 15 ta 17 metroyan mezin in. Piştî Titan peykerên xwe bi dawî kirin, ji bo salvegera 200´î ya serxwebûna Perûyê ew nîşan dan.

NAVENDA NÛÇEYAN