- Debra Bernier, peykersaazeke ji Kanadayê ye.
Debra Bernier, peykersaazeke ji Kanadayê ye. Ew tenê û tenê materyalên ku li nava xwezayê li ber destê wê hazirin, peykeran çêdike: darên şikestine û ji daran ketine, gîl û qaqilkên deryayê û sedef…
Ew hunermendeke ji devera Victoria ya Kanadayê ye. Ew ji bo tercîhkirina materyalên xwezayî ji bo hunerê xwe dibêje, “Gava ku ez bi darên hişkbûyî kar dikim, ez ti carî weke ku bi tareke vala dest bi kar bikim, dest bi karê xwe nakim. Lewma her parçeyê darên hişkbûyî jixwe peykerek e. Avê û bayî ew mizdane û çêkirine.
Dara hişk çîrokekê dibêje, û ez gava radihêjimê, hewl didim li wê serpêhatî û rêwîtiya wê bifikirim. Ez fitl û derbên li ser yan dirêj û kûr yan jî kurt dikim û ez wan dişibînim wan teşeyên ji berê de li ser hebûn ên rûyên mirov û heywanan. Berhemên bi dawîbûyî ne tenê hizreke ji jiyana min, malbata min û zarokên min e, lê ew encama girêdaneke bêdawî ye, ya ku em hemû bi xwezayê re parve dikin.”
Ji zaroktiya xwe ve ew dilketiya perên behrê ye jî. Ji ber wê, Debra Bernierê bi projeyeke xwe 162 “Çîrokên jibîrbûyî yên behrê” gotine.
VICTORIA