Peykerê pirtûkên Ocalan

În 15 Adar 2024 - 00:55

Li navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê peykerekî pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hat danîn. Meclisa Navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê bi hevkariya şaredariya navçeyê peykerekî pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li rojavayê navçeyê danî.

Peyker 3 cildên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ên Şaristaniya Kapîtalîst, Sosyolojiya Azadiyê û Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniya Kapîtalîst û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk dinimîne. Her wiha pirtûkeke vekirî heye ku beşeke biçûk a analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser hevjiyana azad, di neteweya demokratîk de pergala xweparastinê û wêneyê Rêber Abdullah Ocalan jî tên nîşandan.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.