Peykerê Besicî rûxandin

În 3 Sibat 2023 - 02:25

Her sal Komara Îslamî di navbera 1-11’ê Sibatê de salvegera serkeftina Şoreşa 1979’an ku wek Şoreşa Îslamî pênase dike, bibîrtîne. Salvegera îsal hemwextê mezintirîn û berfirehtirîn pêla xwepêşandana di nava 44 salên desthilata Komarê Îslamê de ye.

Di merasîmên 10 rojî yên Şoreşa 1979’an de, li bajarê Abdanan ê parêzgeha Îlamê, ciwan careke din daketin kolanan û dirûşmeyên li dijî rejîmê berzkirin. Ciwanên Kurd ên li Abdanan, li maydana bajêr peykerek yê Besicî şewitandin û bi temamî xira kirin.

Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo 3 xwepêşanderên bi navê Erşiya Berzîn, Kiyanuş Ezemî û Parsa Kerîmî bi giştî 58 meh cezayê girtîgehê û 222 qamçe lê hatin birrîn.

 

Zextên li ser mamosteyan zêde bûne

Di heman demê de duh li Tebrîz jî kuleyek ya ragihandinê ku ji aliyê qenalek fermî ya dewletê ve dihat karanîn, ji aliyê ciwanan ve hat şewitandin.

Di çerçoveya nerazîbûnên li dijî girtin û zexta li ser beşên cuda cuda yên civakê, Sendîkaya Azadiya Karkeran girtin, cezakirin û derxistina hêjmarek mamostayên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şermezar kirin. Her wiha destnîşankirin ku Wezareta Perwerdeyê bi şêweyên cuda cuda zextên li ser mamostayan zêdekiriye.

 

470 kesên navdar name şandin

Li ser asta dervey welat jî piştgiriya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her ku diçe zêdetir dibe. Bi nameyekê 470 kesên ku xelata Nobelê girtîn jî navde bûn, bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina xwepêşanderên Îranê bi her awayî hewl bidin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca xwepêşanderên li Îranê redkirina desthilata tund ya olî ye, dirûşmeya wan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û daxwazek wan heye ew jî azadî ye û gotin; “Serkeftina van xwepêşandanan tê wateya dawîbûna desthilatiya dijminê jinan û ev jî xaleke veguherînê ya mezine ji bo cîhanê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.