Peyamên civakî yên Avan Sdiq

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 05:49

  • Di karên wê hemûyan de peyamên veşartî hene û gelek caran îşaret bi pirsgirêkên civakî dike. Ew bi berhemên xwe nerazîbûnên xwe yên li hemberî deshilatdariyê nîşanî me dide û dixwaze bi rêya huner bi xelkê re jî helwêstekê ava bike da ku ew jî ji pirsgirêkên civakî ne razî bin û li hember van pirsgirêkan xwedî helwêst bin.

Di warê hunerên plastîk de kêm kes hene ku bi çend awayan li tuwalan tiştinan bisêwirînin û xemên xwe yên di dil de nîşan bidin. Kar û xebatên hunermenda Kurd Avan Sdiq hinekî bi vî awayî ne. Dema meriv li resmekî wê dinihêre, divê çavekî meriv ê xurt hebe da ku meriv ji karê wê têbigihîje û fêhm bike. Ji ber di karên xwe de ji gelek disiplînên hunerî sûdê werdigire û wan bi hev re li ser tuwalekê bi kar tîne. Ev yek, hêlên karên wê yên ciyawaz û resen nîşan dide. Avan Sdiq rengan, xêzan û fîgûran pirrr xweşik bi kar tîne û bi vî awayî îfadeyên baş ava dike li ser tuwalê. Lê fîgûrên wê ne fîgûrên ji rêzê ne, gelek caran ew êşê dikişînin û bi awirên xwe hestên meriv li hev dijidînin. 

Avan Sdiq, di sala 1974’an li Silêmanî ji dayîk bûye. Piştî ku ji Înstîtûya Hunerên Bedew a Silêmanî mezûn dibe, sala 1997’an de dibe penaber û direve Elmanyayê. Wê li Elmanyayê jî dev ji karên xwe yên hunerî berneda û li Zanîngeha Johannes Gutenberg-Mainz lîsansa bilind xwend. Wê lîsansa bilind ew çend baş bi dawî kir ku weke kesa herî serketî ya wê salê hat xelatkirin. Wê û çend hevalên wê, bi hev re koma “Concept Art” ava kirin. Her wiha xebatên wê li gelek welatan hatin nîşandan. Li Kurdistan, Elmanya, Awusturya û Ingilistanê pêşangehên wê çêbûn. Destpêkê, wê tenê diresmand, lê bi demê re dsîplînên din yên hunerî jî ceribandin. Ji bilî resman gelek xebatên wê yên weke vîdeo, fotograf, înstalasyon û performans jî hene. Jixwe, dema meriv bala xwe dide karên wê, meriv van dsîplînan hemûyan di karên wê de dibîne. Heta, wê gelek disîplîn di tuwalekê de jî bi cih kirine.

Li ser tuwalekê çend tebeqe

Avan Sdiq bi boyax û xêzan li ser tuwalê çend tebeqeyan ava dike. Di her tebeqeyê de tiştekî tîne ziman û van tebeqeyan hemûyan li cihekî bi hev ve girê dide. Taybetmendiya karên Avan Sdiq yên herî berbiçav, ev tebeqe ne. Divê meriv van tebeqeyan yek bi yek baş bixwîne û li ser fîgûrên ku di van tebeqeyan de xêz kirine, bifikire. Wê xwestiye bi rengan jî gelek maneyan ava bike, ji lewma rengan jî bi şêwazekî cuda bi kar anîne. Heta, di hin cihan de meriv dibêje, hin karên wê karîkatûr in. Ji ber ku ew hin fîgûrên xwe boyax nake û piştî xêz dike wisa dihêle. Lê helbet ev fîgûrên wê bi awirên xwe gelek tiştan dibêjin ji me re. Yanî ji bo meriv karên wê binirxîne, divê meriv van tebeqeyên ku wê li ser tuwalê ava kirine, fêhm bike û bi vî awayî nêzî berhemên wê bibe.

Peyamên veşartî yên civakî

Tiştê muhimtir jî ew e ku ew naxwaze xelk li hemberî karên wê bê helwêst bimînin, berevajî vê yekê, ew insanan vedixwîne çalakiyê û dibêje, li hemberî karên min pasîf nemînin. Yanî ew rasterast vê yekê nebêje jî karên wê vê hestê bi merivan re çêdikin. Ew bi karên xwe gelek pirsan di serê merivan de ava dike û meriv bi van pirsan li ser hin mijaran difikirin. Di her karê wê de peyamên veşartî hene û gelek caran îşaret bi pirsgirêkên civakî dike. Ev jî nîşan dide ku huner tenê ji bo hunerê nîne, her wiha huner dikare rewşên civakî jî binirxîne û bi van meseleyan dakeve. Meriv dikare karên Avan Sdiq jî di vê çarçoveyê de binirxîne. Ew bi berhemên xwe nerazîbûnên xwe yên li hemberî deshilatdariyê nîşanî me dide û dixwaze bi rêya huner, bi xelkê re jî helwêstekê ava bike da ku ew jî ji pirsgirêkên civakî ne razî bin û li hemberî van pirsgirêkan xwedî helwêst bin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.