• Rêveberiya Xweser ji civaka navnetwweyî xwest ku di şerê li dijî hovîtiya DAIŞ´ê de destekê bide wê û ji bo dadgehkirina DAIŞ´iyan derfet bên afirandin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku “komploya xeternak” a ku Hesekê kir hedef, peyamek e ji bo Koalîsyon û civaka navneteweyî da ku vegerin qonaxeke nû û bi Rêveberiya Xweser û hêzên wê re bixebitin da ku têkçûna terorê misoger bikin û xeterê ji holê rakin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der bare bûyerên dawî yên li Hesekê de daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser got, xetera çeteyên DAIŞ’ê dewam dike û ji bo ku çete bi temamî werin têkbirin, divê civaka navneteweyî destekê bide wê. Her wiha Rêveberiya Xweser têkildarî berpirsyariya dewletên welatiyên wan di nava çeteyan de û ya civaka navneteweyî ji bo dadgehkirina çeteyan, 8 xisûs diyar kirin.

Ji bo dinyayê 12 hezar şehîd

Rêveberiya Xweser got, “QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundir di oxira parastina mirovahiyê ji vê rêxistina terorîst de zêdetirî 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndar û gazî dane.”

Rêveberiyê bi bîr xist ku barê girtina qederê 12 hezar çeteyên DAIŞ´ê û bi dehhezaran malbatên wan tevî 2 hezar çeteyên ji Iraqê û 2 hezarên din ên ji 50 welatan, li ser milê wê ye. Di dewamê de Rêveberiya Xweser got, “Gelek caran me piştrast kir ku ev dosyaya xeter û bigirêk, pirsgirêkek e ku tevahî civaka navneteweyî elaqedar dike. Divê ev dosya bi rêya koordîneya di navbera civaka navneteweyî û Rêveberiya Xweser de were çareserkirin, çi bi rêya avakirina dadgeheke navneteweyî be yan jî avakirina dadgeheke xwedî taybetmendiyên navneteweyî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, da ku edalet pêk were. Ji ber vê yekê divê dewletên ku welatiyên wan di nava rêxistina DAIŞ' de hebin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin, welatiyên xwe, bi taybetî jin û zarokan vegerînin, wan darizînin, tev li civakên wan bikin û wan ji nû ve perwerde bikin. Di heman demê de divê destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku wan zarokan ji cih û hewaya netendurist derxe, ji bo ji nû ve werin perwerdekirin. Dîsa jî divê destek were dayîn da ku rewşa kamp û girtîgehan di aliyê ewlehî û mirovî de were baştirkirin heta ku ev pirsgirêk were çareserkirin.”

Rahêjin çeteyên xwe bibin

Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî ev her xisûsên li jêr diyarkirin:

- Li hemberî xetera terorê û şaneyên DAIŞ'ê yên terorîst, divê di her aliyî de desteka ji QSD û Hêzên Ewlekariya Hundir re were zêdekirin.

- Divê dadgeheke navneteweyî yan jî dadgeheke xwedî taybetmendiyên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku sûcdar werin dadgehkirin û edalet pêk were.

- Divê tevahiya dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebin, erkên xwe bi cih bînin, welatiyên xwe yên çekdar, jin û zarokan vegerînin, yan jî destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku rewşa xizmetguzarî û ewlehî li kamp û girtîgehan baş bibe, ji bo zû werin perwerdekirin û tev li civakên xwe bibin, her wiha divê jinên ku sûc kirine, werin dadgehkirin.

- Ji bo bipêşxisina rewşa xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê, divê piştgiriya aborî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin û herêm ji Qanûna Qeyser [ambargoya DYE li dijî Sûrî] were dûrxistin, da ku rê li ber hewldanên rêxistina DAIŞ'ê venebe ku sûdê ji aliyê lawaz wergire û di aliyê biçekkirina şaneyan û rêxistina îdeolojîk de bi kar neîne.

- Divê desteka mirovî were zêdekirin û biryara girtina deriyê Til Koçerê di ber çavan re were derbaskirin. Ji ber ku alîkariyên mirovî yên ku ji civaka navneteweyî bi rêya Şamê derbas dibin, kêm in. Mînak, dema ku Neteweyên Yekbûyî dibêje, wê vê dawiyê 36 kamyonên alîkariyê ji ber bûyerên li Hesekê şandine herêmê, ti alîkarî nagihêjin, ji ber ku hemû di çargoşeya ewlekariyê re diçin aliyê Qamişloyê yê di bin serweriya Şamê de.

- Di aliyê siyasî de divê piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin, ji bo ewlehiya herêmê asta xebatê were xurtkirin, zext li dewleta Tirk a dagirker were kirin da ku ji herêmên dagirkirî yên ku ji terorîstan re bûne navend, vekişe, êrişên xwe li ser herêmê rawestîne ku sivîlan dike hedef û destekê dide terorê da ku ewlehiya herêmê têk bibe.

- Ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokan, başkirina rewşa ewlehî û mirovî ya girtîgeh û kampan, divê destekê bidin Rêveberiya Xweser.

HESEKÊ