• Salih Muslim pîrozbahiyên Newrozê weke çalakiyeke siyasî destnîşan kir û got: Gelê Kurd û Kurdistaniyan bi Newrozê peyam dan dijmin û tevahî cîhanê. Gotin Rêber Apo nûnerê me ye. Ji bo çareseriyê divê hevdîtin pê re bibe.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, cejna Newrozê çalakiyeke siyasî ye û Newroza 2021‛an Newroza vejînê li hember planên qirkirinê ye. Muslim got, ji hêmanên bingehîn ên cejna Newrozê berxwedan e; berxwedan ji bo azadî, demokrasî û berxwedana jiyana hevbeş û azad e. Salih Muslim diyar kir ku gelê Kurdistanê di Newrozê de gelek peyam dan hêz û dewletên ku digotin dewleta Tirk dewleteke bi hêz e û gelê Kurd nikare li hember wê tiştekî bike. Di peyaman de hate eşkerkirin ku gelê Kurd gelekî berxwedêr e û dikare li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û ya herî girîng jî ew e ku gelê Kurd Newroz li nava sînorên wan dewletan pîroz kir.

Newroz çalakiyeke siyasî ye

Hin xalên sereke yên Salih Muslim di hevpeyvîna xwe de bi ajansa ANHAʼyê re kirî wisa ne: “Cara yekemîn e ku em dibêjin Newroza îsal Newroza vejînê ye, dijmin bi rêya êrişên bênavber hewl dide nasnameya gelê me biçewisîne. Li hemberî van êrişan gelê me gelek peyam ji bo raya giştî ya cîhanê, gelê herêmê û dostên xwe şandin.

Xwezaya Newrozê ew e ku roja azadî, aştî û jiyana hevbeş e, roja lêgerîna azadî û aştiyê ye. Her kesê/a ku Newrozê pîroz dike, banga vê yekê dike. Her kesê/a ku  hatina Newrozê pîroz dike, ji ber ku çalakiyeke siyasî ye pîroz dike. Dema serokê Emerîkayê û wezîrê karên derve yê Emerîkayê, serokwezîrê Kanadayê û tevahî cîhanê Newrozê pîroz dikin, ji ber ku çalakiyeke siyasî û ne seyaraneke pîroz dikin.

Di Newroza 2021‛an de, rastiya Newroza ku em li ser diaxivin, tê îsbatkirin, tevahî şêniyên gelê Kurd û Kurdistanê yên li gund û bajaran derketin û bi dengekekî banga azadî, demokrasî û jiyana hevbeş kirin. Ji lew re divê gelê me rastiya Newrozê binase û xwedî li têgeha siyasî ya Newrozê derkeve.

Ya pêkhateyan hemûyan e

Newroz berxwedan e, berxwedana ji bo azadî, demokrasî û berxwedana ji bo jiyana hevbeş û jiyana azad e. Dîroka herêmê vê yekê piştrast dike. Gelê Kurd meşaleya Newrozê pêxist û xwedî lê derket, Newroz cejna tevahî pêkhateyên Mezopotamyayê ye. Dehaqê ku zulm li gelan dikir, ne tenê zulm li gelê Kurd dikir, di heman demê de zulm li tevahî gelên herêmê dikir. Medan di dema serhildana li dijî Dehaq de federasyonek ava kir û tevahî pêkhate ji Kurd, Ereb û Suryan hembêz kir. Di roja me ya îro de jî banga Rêber Apo ya vejandina jiyana hevbeş li herêmê, ji nû ve rihê Newrozê geş dike.

Yekîtî hat dîtin

Peyama Newrozê ji bo hundir jî ew e; Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yek e û çarenûsa wî bi hev ve girêdayî ye û dijminê wî yek e. Ev peyam jî ya herî baş bû.

Di Newroza Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de tevahî diruşme yek bûn, îşaret bi nûnertiya gelê Kurd dikirin û weke muxateb Rêber Apo destnîşan dikirin. Ji ber ku Rêber Apo dixwaze doza Kurd çareser bike û ji bo têkildayîna bi gelê Kurd re divê danûstandin bi Ocalan re pêk bê. Ev peyam jî bi taybet ji bo dewleta Tirk e.

Li Rojava jî hin kes dibêjin, çi karê me li Rojava bi Rêber Apo re heye. Ez dixwazim li vir ji wan re bibêjim, pergala li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku niha ew li cem dijmin êsîr e. Ji lewra divê em ji bo rêbertiyê bang bikin û ji bo wî pêkanîna qanûnên navneteweyî bixwazin.

NAVENDA NÛÇEYAN