Peyama beriya Soçiyê da Êriş wê dewam bikin
În 5 Tebax 2022 - 22:48
- Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker beriya civîna Soçiyê peyamekê dide ku ew ê êrişên xwe li dijî welatiyên Şehbayê dewam bike.
CÛDÎ SÎPAN / ANHA/ŞEHBA
Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker beriya civîna Soçiyê peyamekê dide ku ew ê êrişên xwe li dijî welatiyên Şehbayê dewam bike. Henan destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî jî nîşan dide ku ew bi dewleta Tirk re hevkar in.
Dewleta Tirk a dagirker pêr piştî nîvrojê bi dronekê Komîna 16'an a navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de 9 kes birîndar bûn û 7 ji wan zarok bûn.
Li Til Rifetê derdora 22 hezar kes dijîn, ji wan 7 hezar xelkê deverê ne û yên din xelkê Efrînê ne ku bi darê zorê ji warê xwe koçber bûne.
Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan ji bo êrişa pêr got, dewleta Tirk a dagirker di hedefkirina sivîlan û dagirkirina Til Rifet û Minbicê de bi israr e û got, divê civaka navneteweyî helwêsta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser welatiyên Şehbayê bi taybetî Til Rifetê, diyar bike.
Henan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide senaryoyên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên li Til Rifetê dûbare bike ku di encamê de welatî, bi pirranî jin û zarok bûn qurbanî.
Henan got, "Dewleta Tirk a dagirker li dewletên herêmî digere da ku erêkirina destpêkirina êrişeke berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergire. Gihişt asta ku destekê ji hikûmeta Şamê bixwaze û çeteyên xwe bifroşe, da ku Kurdan û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe."
Efrîniyan asta berxwedanê xurt kiriye
Hevserokê Meclisa Til Rifetê civîna doh li Soçiyê ya di navbera Erdogan û Putîn de jî bi bîr xist û got, hedefkirina zarokan bi dronan, beriya civîna Soçî ye peyama dewamkirina êrişên berfireh li dijî herêmê ye.
Henan îşaret bi bêdengiya civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên têkildarî koçberan kir û got, ev delîla tevkariya wan bi dewleta Tirk a dagirker re ye di rijandina xwîna gelê Sûriyê de.
Mihemed Henan di dawiyê de got, xelkê Til Rifetê serî natewîne li ber siyasetên dewletên Tirk û bi hêviya ku careke din vegerin Efrînê, asta berxwedanê li hemberî dewleta Tirk û alîgirên wê xurt kirine.