Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin, nerazîbûn û helwestên aliyên siyasî, kesayetên azadîxwaz, rojnamevan, welatî û çalakvanan jî berdewam e. Derbarê vê yekê kesayetên ji beşên cuda yên Helebce û Hewramanê ji axivîn. Nivîskar Îbrahîm Hewramanî got:“Mixabin hîna hikûmeta Iraqê û Herêmê li beramberî leşkerkêşana rejîma faşîst a Tirk bêdeng in, ti helwestek siyasî û leşkerî raber nekirine. Binpêkirina xaka Kurdistanê û serweriya welat, ji aliyê rejîma Tirk ve cihê şermezariyê ye. Divê her kesê azadîxwaz li seranserê cîhanê û Kurdistanê, li dijî vê leşkerkêşana dewleta Tirk rawestin û şermezar bikin. Berxwedana li dijî dewleta Tirk berdewam bike. Divê her du hikûmet jî li hember kiryarên rejîma Tirkiyeyê, xwedî li berpirsyartiyên xwe derbikevin. Lê diyare li gorî peymaneke veşartî lihevkirine ku artêşa Tirk derbasî Kurdistanê bibe. Tirk jî her xaka ku bi şêweyek dagirkirin, êdî ji nav dernakevin. Niha dagirkirina beşekî mezin ji xaka Herêma Kurdistanê li Behdînanê di bin metirsiyeke mezin de ye.”
Mamosta Ekber Kerîm jî wiha got:“Herêma Kurdistanê demeke ketiye ber pêla dagirkeriyê. Divê gelê Kurd bi yekgirtin û yekitiyê li beramberî hemû êrişên dagirkeriyê yên li ser xaka Kurdistanê rawestin. Li ku dibe bila bibe, divê rêgirî lê were kirin. Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne ji bo tinekirina PKK’ê, tinekirina hebûn û statuya li Başûrê Kurdistanê ye. Mixabin gelê Kurd di nava xwe de ne yekgirtî ye. Lê di vê qonaxê de ji bo berxwedana li dijî dagirkeran pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Ji bo ku xak û destkeftiyên me yên bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine afirandin, em winda nekin.”
ROJNEWS/HELEBCE