• Aida Muluneh: Guherîna avhewayê û pirsgirêkên ku îro di vî warî de derdikevin holê bi kêmbûna avê ve girêdayî ne. Em ji niha ve dibînin ku gelek bîr û golên li Efrîkayê çikiya ne. Bandora avhewayê li ser vê yekê gelek e. Li gorî min tişta herî bi nirx ne petrol, lê av e!

XASÊ CÛNÊ

Ji bo wênegirtinê mekan gelekî girîng e. Heger meriv di wêneyên xwe de modelan bi kar bîne û bixwaze balê bibe ser hin meseleyên giring vêca mekan û aura giringtir dibin. Carinan hin cih û herêmên dûr yên ku kes hay ji wan nîne, weke mekan bala hin wênegiran dikişînin. Herêma Dallol û deşta Afar ya Etiyopyayê li dinyayê ciyên herî germ in. Germa li wir bi ser 40 dereceyî dikeve û hema bibêje, li wir qet şilî nakeve, baran nabare yan jî pirr kêm dibare. Deşta Afar di heman demê de bi xwê ya xwe jî navdar û Etiyopya xwêya xwe ji wir peyda dike. Wênegira Etiyopyayî, Aida Muluneh ji bo bala xelkê bibe ser “bêaviya Efrîka” deşta Afar ji bo xebata xwe ya bi navê “Water Life (Jiyana Avê)” hilbijartiye.

Wê ji bo vê xebata xwe weke model jin bi kar anîne û bi rengê sor, şîn û zer yên ku modelên wê li xwe kirine, wêneyên pirr xweşik û bi mane girtine.

Aida Muluneh bi projeya xwe ya “Water Life” dixwaze balê bibe ser rewşa jinên Efrîkî. Nexasim jinên ku bi bîdonên zer avê dikşînin malê û nikarin ava paqij bi dest bixin, yek ji mijarên wê yên sereke  ev e ku ew dixwaze behsa wê bike. Li gorî wê, ev rewşa avê jiyan û siberoja jinan û her wiha ya xelkên Efrîkî hemûyan ber bi xeterê ve dibe û divê çareyek ji vê rewşê re were dîtin. Jixwe, wê jî ev projeya xwe bi van hizran çêkiriye û xwestiye van wêneyên xweşik û balkêş bigire. Aida Muluneh balê dibe ser rewşa avhewayê û dibêje, “Guherîna avhewayê û pirsgirêkên ku îro di vî warî de derdikevin holê hemû bi kêmbûna avê ve girêdayî ne. Em ji niha ve dibînin ku gelek bîr û golên li Efrîka çikiya ne.

Bandora avhewayê li ser vê yekê gelek e. Li gorî min tişta herî bi nirx ne petrol, lê av e!”

‘Barê avê li ser milê jinan e’

Aida Muluneh di zarokatiya xwe de li gund maye û haya wê ji jiyana gundan heye. Ji lewma dibêje, li welatê wê li gelek cihan ava paqij tine.

Salên ku şilî nekeve, baran nebare gelek herêm bê av dimînin û nikarin debara xwe bikin. Jixwe, pirsgirêka avê tim heye û ev mesele bi ti awayî nehatiye çareserkirin. Li Efrîkayê barê avê timî li ser milên jinan maye. Aida jî ji bo vê koleksiyona wêneyên xwe jin hilbijartine û wiha behsa jinên Efrîkayê dike, “Li Efrîkayê li cihên ku ava paqij tine ye jin mecbûr dimînin ku herin ji ciyên dûr avê bînin malê. Ev berpirsyariya hanê li ser milê wan e. Dema ez li Efrîka digerim dibînim ku jin tim bi bîdonên xwe yên zer avê dikşînin malê. Gelek caran li pey hev rêz dibin û di dora avê de disekinin. Carê ji bo avê bînin malê bi saetan rê diçin û pirr diwestin. Lê heger ev pirsgirêk çareser bibe îhtimal heye ku ew vê wexta xwe bi tiştekî din re derbas bikin. Armanca min ji vê projeyê ewe ku ez rasitya jinên Efrîkî vebêjim.”

‘Min xwest dîmenên cihê bigirim’

Aida Muluneh dema vê rastiyê dibêje, rasterast dîmenan nagire û naxwaze karekî weke belgeyî çêke. Nêzîkatiya xwe ya estetîkê jî wiha tîne ziman, “Min jî dikaribû weke rojnamevanekî herim, wêneyên jinên Efrîkayê yên ku avê dikişînin û bîran dikolin, bigirim û bikim belge. Lê min gelek ji van dîmenan dîtibûn û min nedixest ez tiştekî wiha bikim. Jixwe, dema ku xelk derbarê pirsgirêkên Efrîkayê de diaxivin dixwazin van dîmenan bibînin. Ji dêvla ku ez tiştekî wiha bikim, min xwest ez dîmenên cihê bigirim û bi şiklekî din bala xelkê bibim ser vê meseleyê. Ev wêneyên min behsa hêz û baweriya jinan a li hember pirsgirêkan û her wiha xweşikiya parzemîna Efrîkayê tînin ziman. Min xwest çand û mîrateya vê parzemînê bi van wêneyên ku mirov difikirînin, bînim ziman.”

Newekhevî her dewam e

Aida Muluneh dema behsa kariyera xwe dike rastiyekê tîne ziman û dibêje, “Armanca min tenê ne ew e ku ez wêneyên xwe li galeriyekê li ser dîwarekî daleqînim.” Ew jê wêdetir difikire û dixwaze xebatên wê derbarê hin mijaran de fikir û nihêrînekê bi pêş bixin. Lê Aida Muluneh hay ji vê yekê jî heye ku li hin welatan yan jî herêman wê newekhevî her tim dewam bike!

Aida Muluneh kî ye?

Aida Muluneh sala 1974’an li Etiyopyayê hatiye dinyayê. Wê di temenekî ciwan de welatê xwe terikandiye. Di navbera Yemen û Ingilistanê de çûye û hatiye. Piştî ku çend salan li Qibrisê maye, sala 1985’an berê xwe daye Kanada û li wir bi cih bûye. Di sala 2000’î de ji beşa ragihandinê ya Zanîngeha Howard a Washingtonê mezûn dibe. Aida Muluneh heta niha gelek xelatên di warê wênegiriyê de jî wergirtine û li Başûrê Efrîka, Malî, Senegal, Misr, Kanada, Emerîka, Fransa, Elmanya, Ingilistan, Norwêc, Çîn û çend welatên din pêşangehên wêneyên wê bi rê ve çûne. Her wiha gelek xebatên wê di New York Times, The Guardian, Elle Magazine, CNN û BBC de jî hatine nîşandan.

Aida Muluneh ji sala 2010’an ve jî li paytexta Etiyoyayê Addis Ababa bi navê “Addis Foto Fest” festîvaleke navneteweyî ya wêneyan jî li dar dixe. Rêveber û damezirînera festîvalê ye.