Peterson û rûyên Santa Ana yê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Çile 2022 - 22:00

  • Brian Peterson dibêje, “Divê em dev ji rehetiyê berdin û zêde xwe hînî konforê nekin.” Wî jî dev ji konfora xwe berdaye û bi mirovên li kolanan re têkiliyeke baş ava kiriye. Bi saya vê têkiliyê jî hînî serpêhatiyên van kesan bûye û ew bûne hevalên hev yên baş.

Hunermend Brian Peterson, hunerê xwe ji bo alîkariyê bide mirovên bê cih û war yan jî yên bêstar, bi kar tîne. Ruhekî wî yê afirîner heye û bi vî ruhê afirîner tabloyên mirovên li kolanan dimînin, diresmîne. Dixwaze jiyana van kesan li gorî hêza xwe biguherîne û bi wan re bibe heval. Lê gava vê yekê dike, jidil dike û pozbilind nîne. Ew di vî karî de dilsoz û dilnizm e. Piştî porteryên mirovên bêxanî û bêstar diresmîne, ew van tabloyan ji bo wan difiroşe û bi vî awayî ji wan re dibe alîkar. Peterson ev kar ji xwe re kiriye weke projeyekê û bi navê “Faces of Santa Ana” vê projeyê bi rêve dibe û portreyên wan kesên li kolanan dimînin û xaniyekî wan tineye, xêz dike.

Pêwîst e em dev ji rehetiyê berdin

Peterson jî dizane nêzîkbûna kesên li kolanan û hevaltiya bi wan re ne tiştekî hêsan e. Lê Peterson dibêje, “Divê em dev ji rehetiyê berdin û zêde xwe hînî konforê nekin.” Peterson jî dev ji konfora xwe berdaye û bi mirovên li kolanan re têkiliyeke baş ava kiriye. Bi saya vê têkiliyê jî hînî serpêhatiyên van kesan bûye û ew bûne hevalên hev yên baş. Wî li kolanan gelek kesên ecêb nas kirine. Kesekî ku her tim diqîre îlham daye wî ku ew li kesên kolanan guhdarî bike û hînî serpêhatiya wan bibe. Di nav hevalên wî de yekî bi navê Kim heye. Kim muptelayê tiryakê ye û bi saya Brian Peterson cara yekem ji keça xwe re bûye alîkar û jê re pere şandine. Ev piştgiriya Peterson pirr li xweşiya wî çûye. Serpêhatiyên Peterson yên bi vî rengî gelek in, ev yek tenê mînakek e.  

‘Divê tu xwe bigihînî wan’

Piştî Peterson mala xwe bar dike Kalîforniya, ew li Santa Anayê dibîne ku gelek kes hene bê mal û star in. Ew derbarê vê yekê de jî dibêje, “Her tim dilekî ji min re digot, divê tu xwe bigihînî van kesan.” Peterson Xiristyan e û yekî bawermend e. Lê ev bawermendiya wî qet kesî aciz nake û naxe çavê mirov vê bawermendiya xwe. Çi dike jidil dike û dilekî wî yê safî heye. Ew pê bawer e ku bi rêya hezkirinê mirov dikare bi mirovan re têkiliyên baş saz bike û hevaltiyekê ava bike. Ji lewre jî wî dev ji konfora xwe berdaye û heya jê tê, dibe alîkar bi van kesên bêstar re. Portreyên wan çêdike û van portreyan ji bo jiyana wan hinekî baştir bibe, difiroşe. Vê nêzîkatiya wî pirr kêfa van kesan aniye û ew jî pê bawer in. Peterson dibêje, “Vê fikrê kir ku ez çalaktir bibim di nav jiyanê de û her wiha wêrekiya min jî bi pêş xist di hin meseleyan de. Wekî din bi vî awayî min ruhekî afirîner jî di xwe de dît û vê rewşa wan îlham da min.”

‘Serpêhatiyên wan yên  jidil hene’

Peterson dibêje, “Çîrok û serpêhatiya wan ji boyax û derbên firçeyên min dewlemendtir in. Ev serpêhatiyên wan parçeyê herî mezin ê serketina me ye.” Peterson piştî wêneyên van kesan çêdike, bi wan dide îmzekirin. Ew bi xwe îmzeya xwe li ser tabloyê datînin. Wêneyên ku bi dawî dibin, li navenda Santa Anayê tên nîşandan û firotin. Bi saya van tabloyan hin kes dikarin debara xwe bikin. Hunerê Brian Peterson û karê wî nîşaneya dostanî, piştgirî û dilsoziyê ye. Peterson dibêje, “Ev portreyên ku ez derdixim pêş, ew kes in ku serpêhatiyên wan yên jidil hene. Jidil jî pêdiviya van kesan bi alîkariyê heye.” 

Peterson hunermendekî dilnizm e

Derbarê karên Peterson de belgefilmeke bi navê “Faces of Santa Ana” jî hatiye çêkirin. Di belgefilmê de Peterson û hevjîna wî behsa serpêhatiyên xwe dikin. Her wiha kesên ku portreyên wan çêkirine jî di belgefilmê de cih digirin. Belgefilmeke 16 deqeyî ye û pirr dilsoz e. Mirov bi saya belgfilmê Peterson ji nêz ve nas dike û armanca wî ya ji vê yekê jî baş dibîne. Tişta herî bala mirov dikişîne ser xwe jî jidilbûn û dilnizmiya Peterson e. Diyar e ev yek ji dilê wî tê û ti elaqeya wî bi şovê re tine ye. Jixwe têkiliya ku bi kesên bêstar re jî daniye vê yekê baş radixe ber çavan. Wî bi her awayî xwe daye qebûlkirin û hezkirin. 

Serpêhatiya Brian Peterson vê yekê bi me dide fêhmkirin; divê weke hunermend mirov zorê bide xwe û beriya her tiştî têbigihîje ku ew jî mirov e.

Huner û hunermend jî divê nekevin xefika konforê û di wir xwe ji bîr nebin. Carinan derkevin kolanan û karibin bi civakê re têkiliyekê çêkin ango derûdora xwe nas bikin û ji vê derûdorê haydar bin. 

SANTA ANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.