- Derhêner û nivîskarê şanoyê Peter Brook di 97 saliya xwe de mir. Peter Brook ku bi eslê xwe Ingilîz bû, ev demeke dirêj bû ku li Fransayê dima.
Derhêner û nivîskarê şanoyê Peter Brook di 97 saliya xwe de mir. Peter Brook ku bi eslê xwe Ingilîz bû, ev demeke dirêj bû ku li Fransayê dima.
Peter Brook sala 1925’an li Londonê hatibû dinyaye. Wî li Zanîngeha Oxfordê xwendibû û piştî zanîngeh qedandibû, dest bi derhêneriya şanoyê kiribû. Demekê li Operaya Qraliyetê xebitî. Wî cara pêşî “Doctor Faustus” li Londonê derxist ser dikê. Pişt re jî gelek lîstikên din derxistin ser dikê.
Wî sala 1966’an, bi lîstika Peter Weiss ya bi navê “Marat û Sade” û di sala 1970’yî de jî bi lîstika William Shakespeare ya bi navê “Xewna Şeveke Havînê” 2 caran xelata Tony wergirtibû. Piştî ku di sala 1970’yî de koçî Parîsê kir, li wir “Navenda Lêkolînên Şanoyê ya Navneteweyî” damezirand.
PARÎS