Pesnî çakey Mam Celal u xopêşandanî qelemûnan

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 19 Mijdar 2021 - 23:21

  • Hemwan cige le mam Celal gutyan hewa zor xirap nîye û debê dirêje bideyn be rêgakeman.

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (103)
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî, Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd  Şewket, Çapî yekem:1384 / 2005 zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî

Hemwan cige le mam Celal gutyan hewa zor xirap nîye û debê dirêje bideyn be rêgakeman. Mam Celal katêk ew qiseyey bîst, be minî gut, "Kak 'Elî, pêşmergekan û fermandey nîzamî ême biryaryan dawe ke biroyn. Emin leber ewey fermandey serekîm detuwanim ew biryare wedwaye demewe û demewê dîsan qiseyan legel bikemewe û gwêm le hoyekanyan bê. Belam sebaret be wez'î êwe ferq deka. Min fermandey êwe nîm û tenê detuwanim fikrî rawêjkaraney xom bilêm û biryarî yekcarekî debê xotan bîden."

Şewket: Wulamit çi bû?
Rîzwanî: Legel ew hawrêyaney legelim bûn, rawêjim kird û hemûyan gutyan, pêyan xoşe dirêje bideyn be rêgakeman û negerêynewe. Mam Celalîş neytuwanî pêşmergekan pêmêl bika û bawekû le rûy siyasîyewe mafî hebû duwa biryar ew bîda, gutî biryarî giştî qubûl deka û fermanî da xoman bo cûle amade bikeyn. Belam ber lewey werê bikewîn daway kute kaxezêkî kird û gutî, "Eger le rêye tofanî befir dest pê bika û bibête befr û boran, û hemûman bimrîn xelkî dî çi delên? Delên ew Kak 'Elî ye xelkî şar bû û neydezanî befru boranî Kurdistan çêye û le êwe debûrin.  Belam emin nabexşin. Boye debê çend wuşeyek bo Qubadî kurim binûsim ta bizanê legel ew sefere nebûm û bo hurmetî giştî, bîrurayanim qubûl kird." Ewey gut û çend wuşeyekî le ser kute kaxezeke nûsî û le cêy xoy hesta ta werê kewîn. Ew bêdengîyey balî beser da kêşabûyn hêndey pê neçû û yek le duway yek paşgez bûnewey xoman le dirêje dan be sefereke rageyand. Mam Celal bew şêweye karî dekird.
Hêşta se'atêk legeraneweman tê neperîbû ke tofan û boranêk destî pê kird, çaw çawî nededî. Cêy bawer nebû ke hewa le maweyekî awa kurt da bew şêweye bigordirê. Bê guman heger dirêjeman be rêgakeman daba hîç kamman be sax der nedeçûyn. 

Şewket: Aya le seferî dîkeş da legelî bûy?
Rîzwanî: Legel Talebanî zor car çûme seferî ewto ke be mebestî karî siyasî û giftugo legel pêşmerge û takuteray bedeselat le gundekan deykird. Le yekêk lew seferane da, kurdêk ke xellkî Sûrya bû, legel çend pêşmerge le pêşewe deroyiştin xêra gerawe û gutî, „Mam Celal, hêndêk le xelkî dê hatûn bo xopêşandan" û Mam Celal le wulam da gutî: "Ewe xelik nîn, ewe qelemûnekanin ke delên bimrê Mam Celal". Be ruwalet ewe tenê galte û tewsêk bû sebaret be xelik yan ew corî ke xoy deygut 'êtirazî qelemûnekan be hatnî Mam Celal, çunke geyiştiba her dêyek, xelik le ser şerefî hatinî qelemûneyan dekuştewe. Mam Celal be şoxî û be pêkenîyewe be minî degut:  "Kak 'Elî ew qelemûnane tewaw le dest min werez bûn."

Her lew sefere da tûşî melayek hatîn ke hem nwênerî dîn û axîret bû û hem kwêxa û xawenmilk û xawenî mal û serwet, we piyawêkî zana û xwêndewar deçû û hemûnanî bo nanî nîwero bangihêştin kird.

Dway nan xwardin hemûman ko bûynewe û cema'et lem goşewe ta ew goşe danîştibûn ke gengeşeyek bo tefsîrî quran le naw Mam Celal û melay dêyeke saz bû. Gutyan, quranyan hêna û her xwêndyanewe û xwêndyanewe u dwa car melay dêyeke qubûlî kird lêk danewe û tefsîrî Mam Celal raste û rûy yektiryan maç kird, katêk hatîne derê Mam Celal be aspayî û be sirte be gwêy helênam: "Dîtit çon bûme muctehîd." Hemîşe deygut, „Katêk deçme naw ladêyiyekan îdî ne markisîstim û ne basî Mao degorrê daye. Legel ladêyiyekan wek ladêyiyekan wam."

Şewket: Dwa car kengê mam Celalit dî?
Rîzwanî: Axir car le salî 1989 le Elman dîtim û zorman beyekewe qise kird. Ew dax û mixabnî xoy derbirî le kûjranî hawrêyanî ême ke hêndêkyanî le nizîkewe denasî. Ber lewey le yektirî cwê bînewe le baweşî kirdim û gutî, "Kak 'Elî, eger yarmetîyekit le min biwê, her çîyekî bê amadem. Eger lew helumerce da pêt wa nîye derfetî karî serbexot hebê, detuwanî bêye lay ême." Deywîst min hîwadar bika be dirêje danî xebat. Helbet êmeş le salanî ber le şoriş ta ewendey ke le tuwanayîman da bû yarmetîman kirdbû be Yekêtî Nîştimanî Kurdistan. Bo wêne car car katêk yekêk le endamanyan nexoş yan birîndar debûn û bo mudawa deyannardne Urûpa, ême be pizîşkman denasandin yan le nexoşxane deman xistin. Le Kurdistan, duktur Aram û duktur Hesen (em nawe nawî xwazraweye; Şewket) be xorayî xizmetî pizişkîyan dekird û xelkî asayî yan  pêşmergekanî Yekêtî Nîştmanîyan mudawa dekird. Car car eger yek lewan deçûwe ser nexoş emnîşyan legel xoyan debird. Cantay dukturim heldegirt û we dway dekewtim. Bnemaley nexoşeke xalbe nîmrûyekyan bo saz dekirdîn û yan çend xurma û miştêk kişmîşyan dedaynê ke ewe nî'metêk bû boxoy. Mam Celalîş hêndêk car yek le pêşmerganî be dû da denardim û deywîst biçme meqerekey. Be ruwalet wa weberçaw dehat ke bîyewe rawêj û meslehetêk be min bika.

Belam hestim dekird, ew e tenê ruwaletî karekeye. Ziyatir deywîst çêştêkî gerim bixom yan ew purtexaley boyan hêna, bû legel min beş bika.

Şewket: Ey Barzanî çon însanêk bû?
Rîzwanî: Her em pirsyarem le yekêk le rêberanî Kurd kird. Deygut: „Katêk Kurdistan azadî hebû, heyetêk le Elmanî Rojawawe bo serdan û muzakere hatbû. Barzanî destî kird be pêdahelgutin û sitayişî Elmanî Rojhelat û hîzbî sosyalîstî yekgirtûy ew wulate. Yek le rawêjkaranî Barzanî katêk hestî kird ewe xerîke dey qewmênê be espayî têy geyand ke ew heyete le Elmanî Rojawa ra hatûwe nek Elmanî Rojhelat. Barzanî hemîşe dar heyzeranêkî be destewe bû û katî qisekirdin day detaşî katêk zanî çi heleyekî kirduwe, birêk pîşî xwardewe û bê ewey we rûy xoy bênê destî kird be basî çakekanî Elmanî Rojawa. Ew be tewawî mana siyasetbaz bû.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.