- Dilşad Questanî peşmergeyekî dêrîn e. Demekê li hember rejîma Sedam Huseyîn têdikoşe lê sala 1994’an sirgûn dibe. Xeyala wî ew bû ku li welatê Monet û Renoir bi cih bibe û bi rengên welatê xwe xêz bike.
ARDÎN DÎREN
Dilşad Questanî şêwekarekî Kurd e. Ew sala 1957’an li Kerkûkê hatiye dinyayê. Beriya ku koçberî Fransayê bibe û bibe penaber, li hemberî rejîma Sedam Huseyîn weke pêşmergeyekî li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide. Lê dilê wî her dem ji bo huner lê dida û dixwest rojekê here welatê Monet û Renoir. Wî di ciwaniya xwe de dest bi xêzkirinê kiribû lê ji ber şert û mercan ji dêvla firçeyê mecbûr mabû ku çekê hilgire, li hember dîktatorekî şer bike û welatê xwe biparêze. Wî gelek wêne jî çêkiribûn, lê wî ew nîşanî kesî nedebûn. Piştî ku sala 1994’an diçe xerîbistanê, rêwitiya wî ya huner dest pê dike û li Fransayê ango li welatê Monet û Renoir dest bi jiyaneke nû dike. Ew jixwe ji sala 2010’an ve welatiyê Fransayê ye.
Dilşad Questanî ji bo dest bi vê rêwîtiya nû bike di gelek rêyên dijwar re derbas dibe. Ji bo armanca xwe tehlûkeyan hemûyan dide ber çavên xwe. Rêwitiya wî li Îranê dest pê dike û paşê ji wir jî diçe Tirkiyê û ji Tirkiye jî diçe Yewnanîstanê. Herî dawî ew xwe digihîne Elmanyayê û piştî ku demekê li wir dimîne, dawiya dawîn li Fransayê, li bajarê Chaumont bi cih dibe. Sala 2009’an de li vî bajarî galeriya xwe vedike û lê dixebite. Di vê rêwîtiya zehmet de jî wî ti carî dev ji rabihuriya xwe berneda û bibîranînên wî bûn îlhama hunerê wî. Pîştî ku 30 wî salan di warê wênesaziyê de afirand, ew li Fransayê bû şêwekarekî naskirî yê Kurd. Helbet ew tenê ne şêwekar e, helbestan dinivîse û stranan jî dibêje. Her wiha lîstikvaniya wî jî heye. Lê bi gotina wî “welatê wî yê jidil wêne ye.” Heta niha wî li welatên weke Fransa, Ingilistan, Îtalya, Yewnanîstan, Belçîka, Japonya, Kore, Urdin û Kurdistanê pêşangeh vekirine û welatê xwe yê ku li ser tabloyan resmandiye, nîşanî xelkê daye.
Bi rengên Kurdistanê xêz dike
Pêşangeha Dilşad Questanî ya bi navê “Rêwîtiya ruhê min” nîşaneya şahidiya vê rêwîtiya wî ya dijwar e. Di wêneyên wî de bêhtir rengê Kurdistan û Fransayê li pêş in. Rengê ax, çiya û zinarên welatê xwe bi stîla xwe nîşan dide. Rengê roj û daristanên welatê xwe jî ji bîr nekiriye û di her wêneyên wî de ronahiya rojê ya li her quncika tabloyên wî dibiriqe, heye. Bêhtir li ser tiştên xeyalî dirame û menzereyên ku teswîr dike berhemên xeyal û hizrên wî ne. Rengên axa welatê Kurdistanê di tabloyên wî de pirr li pêş in. Wî manewiyateke bêhempa li van wêneyan bar kiriye û ronahiya di wêneyên wî de asoyên nû pêşkeşî mirovî dikin. Bi teknîkên Monet û Renoir tabloyên serketî afirandine.
‘Di tabloyên wî de gelek aso hene’
Dilşad di resmên xwe de herî zêde rengê qehweyî û porteqalî bi kar tîne. Wî ev reng ji bo azadî û aştiyê tercîh kirine. Lê di tabloyên wî hemûyan de lîrîzmek jî heye. Ji lewre rexnegirê huner ê Fransî Christian Noorbergen ji bo wî dibêje, “Lîrîzma Dilşad Questanî li her derê hazir e, ew arkaîk û di bin erdê de ye. Ji dilê wî tê. Di wan tabloyan de ku bi rengan dibiriqin stranên dinyayê û stranên hunerî têkil hev dibin. Di xaka huner û tabloyên wî de tenê asoyek tine ye. Lê gelek aso hene û ev asoyên wî li her derî ne.” Nexasim jî dema mirov bala xwe dide tabloya wî ya bi navê “Kurdistan”ê, ev asoyên ku li her derê ne, derdikevin hemberî mirovî. Ji lewre tabloyeke ezamet e.