Pêşî şewitandin, piştre dagirkerî

Pêncşem 10 Îlon 2020 - 23:00

Artêşa Tirk a dagirker li 24 gund û gundikên Bedlîsê ket nava tevgera dagirkeriyê. Lê beriya wê bi hezaran donim qada daristanî şewitand.
Yek ji herêmên ku leşkerên Tirk daristanan dişewitînin, Bedlîs e. Nêzî 90 ji sedî yê daristana li vê herêmê hatiye şewitandin an jî bi birîna daran hatiye talankirin. Herî dawî di 6'ê Îlonê de artêşa Tirk beriya destpêkirina tevgera dagirkeriyê qadeke hezaran donimî ya daristanê şewitand.
Bi taybetî daristana herêma Sehî di hedefa dewleta Tirk de ye. Herêma Sehî bi zeviyên xwe yên birincê navdar bû. Ji ber şewatamdina daristanan a bi destê leşkeran, ji ber qedexe û tevgerên dagirkeriyê êdî birinc li herêmê nayê çandin. Tevî daristana li Sehîd her wiha li herêmên Xîzan, Motkî û Tetwanê jî her sal daristan tên şewitandin.

ANF/BEDLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.