• Şervanên di girtîgeha Sînaa de li ber xwe daye, berxwedaneke mezin raber kir û rizgarbûna wan mîna mûcîzeyekê bû. 

EKREM BEREKAT / ANHA/HESEKÊ

Şervanên di girtîgeha Sînaa de li ber xwe daye, berxwedaneke mezin raber kir û rizgarbûna wan mîna mûcîzeyekê bû. 5 rojan li hember çeteyên DAIŞ’ê yên girtî li ber xwe da, nehiştin ew piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ji derve ve ji girtîgehê birevin, bi hemû hêza xwe, bêyî av û xwarinê bi çekên xwe yên sivik li hember çeteyan li ber xwe da.

Şervanên di girtîgehê de li ber xwe dane bûn mertalên xurt û rê li ber komkujiyên nû li dijî şêniyên Hesekê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê girtin.

QSD’ê di 24’ê vê Çileyê de ew koma ji 9 şervanan pêk tê ku destanên lehengane di 5 rojan de nivîsandine, rizgar kir. Yek ji wan şervanan Bawer Cûdî bû. Bawer Cûdî wiha peyivî: "Roja pêncşemê teqînek çêbû, me çekên xwe rakirin û berê xwe da derve, gule avêtin me. Em nikarîn derketana. Me jî bersiva wan da. Di heman demê de çeteyek di pêş min re derket û hewl da çekê ji min bistîne.

Axaftin di navbera me de çêbû, dûvre çeteyek din hat û bi alaveke tûj li serê min da.

Piştî derbeyê, ez ketim xwarê û piştî hişê min hate serê min, min çeka xwe nedît, min tenê cercûr dît. Yekser ez hilkişiyam qatê jor.

Çete dan pey min û hewl dan me wek dîlan bigirin. Piştre mayîneke destan avêtin, di encamê de heval Akif şehîd ket. Min çekê hevalê xwe yê şehîd rakir û tevî derbeya min xwariye, min bersiva çeteyan da. Min nehişt çete hilkişin qatê jor, min û hevalên xwe ev qat kontrol kir.

Di qata jor de me li ber xwe da û me nehişt ew derkevin. Kî ji avahiyê derdiket û hewl dida bireve me li wan dida. Lê piştî dîtin ku nikarin, çeteyan agir bi qatê jêr xist û dûmanekî gur ber bi me ve hilkişiya. Gotin xwe radest bikin, lê me guh neda wan û me rewş kontrol kir.

Gelo wî hevalî ez nas kirim?

Min di pencereyekê re bi destê xwe îşaret hevalekî li derve kir, dema ez dîtim, mîn nîşaneya serkeftinê hilda û wî jî nîşaneya serkeftinê hilda û yekser ji wî cihî çû. Ez li vir fikirîm, gelo wî hevalî ez nas kirim û zanî em dorpêçkirî ne?Gelo çû planek ji bo derxistina amade bikin? An ez nas nekirim?

Piştî demeke kurt tevgereke xurt bi rêya çekên giran û erebeyan a hevalên me yên QSD’ê çêbû û nêzî avahiya ku em tê de bûn û dest bi operasyonekê li derdora avahiyê kir. Piştre bi rêya megafonê bang kir û gotin heval Bawer dakeve em ê te rizgar bikin. Ez yekser daketim, lê sekvanê çeteyan ji avahiya li hember gule ber bi min ve avêt, lê erebeyên hevalan rewş kontrol kir û derbasî avahiyê bû û ez rizgar kirim.’’

Bi zindî şewitandin

Cûdî behsa tiştê di girtîgehê de dîtiye kir û wiha lê zêde kir: "Me bêserûberiya êrişê û danûstandina bi hin dîlgirtiyan re dîtin.

Dîlgirtiyekî birîndar şewitandin. Betanî avêtin ser wî û bi zindî agir bi wî xistin û serê hin hevalên dîlgirtî jê kirin."