Pêşengên PKK’ê tên bibîranîn

Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:05

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Kolnê hatin bibîrnaîn û soz hat dayîn ku "Em ê têkoşîna wan civakî bikin." Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo du kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, nûnerên DKTM, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan, nivîskar, hunermend û gelek Kurdistanî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Sersaxî bi deqeyek rêzgirtina ji bo her du şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê hevserokên KCDK-E axivîn.

Çeka yekem dayîka min kirî

Xwişka Riza Altûn Zohre Altûn got:"Dema ku Riza 52 sal berê dest bi têkoşînê kir, dayika min çeka wî ya yekem jê re kirî. Dayika min digot, ’Tu yê li Kurdistanê şer bikî, ne li Enqereyê. Şerê li Enqerê bi serkeftî bi dawî nabe, tu yê herî Kurdistanê.' Riza çû Kurdistanê. Dema ku ew vegeriya, diya min jê pirsî, ‘Riza, te çend faşîst kuştin?’ Wî ji dayika min re got, ‘Guleyên min qediyane.’ Dayika min got, "Ez ê ji te re gule bikirim, tenê şer bike.’ Li pişt Riza dayika wî, apê wî û bê guman Serok Apo hebûn. Ew bûn aîdî gel, wan 52 salan şer kir. Ger ku îro bi sedan kes serdana me dikin û êşa me parve dikin, ev têkoşîn bûye aîdî wan. Tiştê ku em dikarin ji gelê xwe re bêjin ew e ku xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ewqas şehîd, ewqas berdêl..!”

Xwedî li têkoşînê derkevin

Zohre Altûn diyar kir ku ên ku şerên mezin dikin aştiya mezin çêdikin û bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşînê dekevin û got: "Hin kes tên cem me û dibêjin; 'Bila aştiya we ser xêrê be.’ Wekî ku tinazê xwe bi me dikin. Kes nikare ji me re bêje, 'Bila aştiya we ser xêrê be.’ Têkoşîna me wê hîn mezintir bibe. Şer hêsan e, aştî zehmet e. Di dema pêvajoya aştiyê de, em vê yekê ji gelê xwe re dibêjin; xwedîderketina li têkoşînê derkevin.”

Têkoşîn hîn mezintir dibe

Xwişka Kaytan Ferîde Kaytan jî got:"Ew nemirin e. Vê tevgerê ev peyv qebûl nekir. Têkoşîna wan wê hîn mezintir bibe. Em piştrast in ku em ê rûpela nû bi serketinê tacîdar bikin. Em bi hêza xwe bawer in. Soza ku me daye partî, şehîd û gelê xwe li erdê nehiştiye. Vê tevgerê soza ku daye şehîdan li erdê nehiştiye. Rêber Apo heta niha çi gotiye pêk aniye. Gelek mirovên bedew tevlî vê tevgerê bûn! Xelk li dora wan bûne çeper. Ev 7 sal in ez bi vê êşê re li ser piyan dimînim. Tişta ku min li ser piyan dihêle tolhildan e. Soza ku me da şehîdên xwe û Rêberê xwe ez li ser piyan hiştim.”

Nîşandan bê çawa têbikoşin û bijîn

Biraziya Riza Altûn û rojnamevan Nurdogan Aydogan, di şexsê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan de Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got:"Têkoşîna wan a 52 salan fêrî me kir ku em çawa têbikoşin û çawa bijîn. Divê kes ji bo wan şînê negire û negirî. Têkoşîna wan divê berfirehtir bibe. Divê her kesên ku dilsozê wan in, xwedî li wan derkevin û têkoşînê mezintir bikin. Ji ber vê yekê em şînê nagirin û nagirîn." Selma Kaytan jî mafê axaftinê girt û li ser kesayetiya Alî Haydar Kaytan û kûrahiya têkoşîna wî axaftinek kir. Ji rêveberên Komeleya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman û hunermend Şiyar Munzur helbesta "Ez Mirovek bûm" a Alî Haydar Kaytan xwend. Sersaxiya li DKTM’ê ya Kolnê heta roja Şemiyê vekirî ye. Wê 18’ê Gulanê roja Yekşemê bîranîna girseyî were lidarxistin.

Kurdên li Swîsre li pey şehîdên xwe ne

Kadroyên pêşeng ên Kongreya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Fûat (Alî Haydar Kaytan) û Riza Altûn li Navenda Civaka Demokratîk a Luzernê hatin bibîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Luzernê Ercan Guneş axivî. Guneş anî ziman ku herdu hevrêyên me heta dawiyê di eniyên pêş de cihê xwe girtin û got:“Em ê li ser rêya wan meşa xwe ya azadiyê bidomînin.” Endama Komsiyona Malbatên Şehîdan Fatma Tore jî axivî û got:“Li pey her şehîdek me dilê me dişewite. Lê belê em bi van êş û xeman mezin bûn. Em bi van êşan hêz bûn. Em minetdarê hemû şehîdên xwe ne. Serê me bilinde û em ê timî bi wan serbilind bin.” Siyasetmedar Siddik Batur jî axivî û got:“Bêyî ku em wan nas bikin, fêmkirina PKK’ê wê kêm bimîne. Em ê bi heqîqeta şehîdan têkoşînê bidomînin.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû. Li bajarên Bern, Zurih, Basel, Cenevre, Biel, Aarau, Solothurn, Luzern, Winterthur, St Gallen, Bellinzona, Lozan û St Gallen ên Swîsreyê ji bo Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn sersaxî tên qebûlkirin.

Xelkê Kobanê ew bibîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Fûat (Alî Haydar Kaytan) û Riza Altûn bi merasîmekî girseyî li Kobanê hatin bibîranîn. Bîranîn li Goristana Şehîd Dîcle bi tevlîbûna gelê Kobanê hat lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mihemed axivî û got:“Bi saya şehîdan em îro li vir in. Em deyndarê hemû şehîdên xwe ne. Banga Rêber Apo banga azadî û aştiyê ye. PKK’ê li ser vê bingehê kongreya xwe li dar xist. Bi vê re pêvajoya nû dest pê kir, divê em xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin. Em weke ciwan heta dawiyê ji bo Aştî û Civaka Demokratîk têbikoşin. Em ê timî li şehîdên xwe derbikevin.”

Piştî axaftinan li dora wêneyê şehîdan find hatin vêxistin. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.