• PKK û PAJKʼê di salvegera şahedeta Viyan Soran de daxuyanî dan û çalakiya wê weke dewama çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' nirxandin û raperîna wê ya li dijî pergala êşkencê ya Îmraliyê weke berxwedaneke di asta herî jor de destnîşan kirin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera şehadeta Viyan Soran (Leyla Walî) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Helwesta ku hevrê Viyan beriya 15 salan li dijî komploya navneteweyî nîşan da, bêguman ji bo rewşa heyî ya siyasî û leşkerî di asta dîrokî de girîng e."

Di daxuyaniya PKKʼê de weha tê gotin: "Em ketine meha Sibatê ku di vê mehê de li dijî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd êrişên komploger û qirker hatin kirin. Em di salvegera 96'an a êrişa qirkirinê ya 15'ê Sibata 1925'an û salvegera 22'emîn a komploya 15'ê Sibata 1999'an de ne. Ev rewş di heman demê de nîşan dide, ku li dijî êrişên qirkirin û komploger ên li ser gelê Kurd, berxwedaneke bi heybet a ji bo azadiyê ji aliyê gelê me ve hatiye meşandin. Em vê berxwedana dîrokî ya mirovahiya azad silav dikin, di şexsê şehîdên berxwedanê yên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de ku li dijî komployên 9'ê Cotmeha 1998'an û 15'ê Sibata 1999'an şehîd bûn, şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.

Viyan banga ji bo têkoşînê ye

Destpêka meha Sibatê di heman demê de salvegera şehadeta ewlada leheng a gelê me yê Başûrê Kurdistanê û endama Komîteya JinûveAvakirinê ya PKK'ê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) e. Hevrê Viyan, hişmendî û îradeya dewamkirina berxwedana fedayî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û rabûna li ber jiyana bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, di asta herî bilind de temsîl dike. Lewma, di salvegera 15'an a şehadeta wê de em şervana azadiyê ya mezin hevrê Viyan Soran bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin; destnîşan dikin ku di sala 23'an de ya li dijî kompoya 15'ê Sibatê, em ê bi hestiyarî û berpirsyariya Viyan li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin.

Weke ku tê zanîn, hevrê Viyan di destpêka Sibata 2006'an de bi gotina 'Bi sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê jiyan nabe', li keleha berxwedanê li Heftanînê xwe kir gogek ji agir û bang li jin û ciwanan, bang li gelê Kurd û mirovahiyê kir ku li dijî sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê hîn bi xurtî û çalak têbikoşin. 

Viyan helwêsta li dijî tecrîdê ye

Di salvegera 15’an a şehadeta têkoşera mezin Viyan Soran de PAJK’ê diyar kir ku helwesta Viyanbûnê, helwesta parçekirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Sekna parastina rûmet û nirxên gelê berxwedêr e. 

PAJK di daxuyaniya xwe de weha dibêje: "Hêzên kapîtalîst, desthilatdar ên komploger, bi plangeriyekî navdewletî Rêber Apo, dîl girtin. Ev komplo 22 sal in di şexsê Rêber Apo de, li ser tevahî jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi hevpeyman û hewldana pîlanên nû yên qirêj dewam dike. Hêzên modernîteya kopîtalîst, bi armanca tinekirina nirxên civaka azad, wekhev û jiholêrakirina Modernîteya Demokratîk, komplo dikin. Ev pergala ku êdî di sînorê hilweşandinê de ye ji bo temenê xwe dirêj bike, ev komplo pêk anî. 

Sekna gelê me di pêşengiya jinan de li her çar parçeyên Kurdistanê, sekna Viyanbûyînê ye. Sekna Viyanbûnê, sekna parçekirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Sekna parastina rûmet û nirxên gelê berxwedêr e.

Em bi destpêkirina pêngavên ‘Dem dema azadiyê’ û ‘Dem hatiye em jin û civakê biparêzin’ ketine qonaxeke nû yê têkoşînê. Gelê me di pêşengiya jinan de, li her qadê ji 7 heta 70 salî bi mezinkirina ruhê berxwedanê, bi bilindkirina têkoşînê bersiv dide pêngava ji bo azadiya Rêber Apo. Ev bersiv îfadeya sekin û helwesta li dijî hêzên dagirker û komplogeran e.

Li ser vê bingehê, di serî de em bang li tevahî jinên Başûrê Kurdistanê, li tevahî jinên kurd û Rojhilata Navîn, alîgirên demokrasiye, azadîxwaz û rewşenbîr dikin bi têkoşîna xwe ji bo azadiya mirovahî û aştiya cîhanê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin sedema têkoşîna xwe. Bi vî rengî xwedî li xeta jiyana azad a ku heval Viyan di kesayeta xwe de temsîl dikir derkevin û biparêzin. Xwedî li xeta şehîd Viyan derketin, bi têkoşînek hevpar, rêxistinkirî pêkan e. Li ser vî bingehî pêwîstî bi çalakiyên bi bandor û  têkoşîna hevgirtî heye.” 

ANF/BEHDÎNAN