Bedena xwe kire çirayeke ronahiyê
Duşem 3 Sibat 2025 - 03:35
- 19 sal berê jineke pêşeng li dijî êrişên li ser gelê xwe û komploya navdewletî ya li ser rêberê xwe çalakiya canbexşane pêkanî. Ji bo şewitandina dijminan û ronîkirina rêya bi dehan jinên Başûrê Kurdistanê bû pêtek agir. Ew Şehîd Viyan Soran bû.
Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de, jinên ku tovê çanda dayîka Neolotîk di nava xwe de hilandî, di her serdemekê de li rêzên pêş yên eniyên berxwedan û têkoşînê de cihê xwe girtin û rola pêşengtiyê leyîstine. Li çiyayên Kurdistanê, li girtîgehan, li nava qadên siyasî û li nava civak û malê de, li dijî dagirkerî û zihniyeta zilamsalar, bedena xwe kirine mertal û sekin û îradeya xwe dane jiyankirin. Viyan Soran yek ji wan jinên ku ji bo jinan, civak û netewa xwe bedena xwe kirî mertal û li dijî dagirkerî û faşîzmê serî netewandî bû. Bedena xwe kir çirayek ku di destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de rêyên tarî li çiyayên Kurdistanê ronî bike.
Viyan Soran kîye?
Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Soran yan jî Viyan Caf di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Di zarokatiya xwe de zordestiya pergala civakî nas dike û her tim bi zihniyeta kevneperest a ku jinan kiriye asteng û bê îrade re rû bi rû dimîne. Di sala 1997’an de beşdarî nava refên PKK’ dibe. Viyan di encama nakokiyên xwe yên bi pergala mêr ya di nava eşîret û malbatê de biryara ketina ser rêyeke nû dide. Lê, malbat li dijî radibe. Malbata Viyan ji bo wê paşde vegerînin her cûre hewldanê didin lê, nikarin Viyan ji rêya wê vegerînin. Malbat rayedarên PKK’ê jî tengav dike da keça wan bizivirînin. PKK jî dibêje, va hun û keça xwe hev îqna bikin. Viyan, derdikeve pêş malbatê û dibêje:“Ez bi ti awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim”.
Temeneke kurt lê watedar
Tevî temenê xwe yê ciwan xwedî kesayeteke têr û tijîbû. Her kêliyeke xwe bi wate û dagirtî derbas dikir. Temeneke kurt, lê watedar jiyan kir. Temenê xwe ciwan bû, lê di demeke kurt de bû kesayeteke pêşeng a Başûrê Kurdistanê. Di astên herî jor yên tevgerê de erk û berpirsyarî girt ser milên xwe. Li dijî êrişên hindir û navxweyî yên li hember felsefe û fikrê Apoyî têkoşîneke bê eman da.
Banga parastina Rêber APO
Viyan Soran şeva 1 li ser 2’yê Sibatê sala 2006’an li herêma Heftenînê li dijî komploya navneteweyî ya li hember Rêber Abdullah Ocalan û hewildanên tasfiyekirina PKK’ê ya di hundir de çalakiyek fedayane lidarxist û li pey xwe jî çend name hişt.
Ji berî çalakiya xwe di nameyên ku nivîsîn de ev peyam da:“Ez dixwazim vê ji we re bêjim; êdî dema wê hatiye ku, bibim bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar û derewîn. Di nîvê zivistaneke zor û zehmet de bi têhna agirê bedena xwe ez dixwazim peyamekê bidim û di vê peyamê de bang bikim. Ev peyama min jî peyama azadiyê ye. Banga min jî, banga parastina Rêber Apo, bilindkirina çalakî û tekoşîna gihîştina serkeftinê ye… Lewaziya Kurdan ya her parçeyek dibe lewaziya tevayê Kurdistanê. Çarenivîsa her parçeyek Kurdistanê wek goşt û nînok biheve girêdaye. Li ser vê bingehê bang li gelê Kurd yê Başûr dikim bêdengî û bê berpirsyartî li beramberê şoreşa Bakurê Kurdistanê nepejirînin. Ji berku bêdengî mirinê bi xwere tîne.”
Ji ronahiya şevên tarî Rêber Apo re!
Ez bi hesreta wê yekê bûm ku tenê ji bo kêliyekê be jî te ji nêz de bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim. Lê belê di sala 1998’an de komploya qirêj a navnetewî ji hundur û derve de ketin navbeyna te û min û bi hezaran kesên wekî min ku ji bo dîtana te di heman hest û heviyê de bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN