Dayîka Şehîd Viyan Caf di salvegera 15ʼan a şehadeta keça xwe de got; “Keça min rêya serbilindiyê hilbijart û ez jî pê serbilindim. Ji ber ku ew di li pey serkeftina gel û Kurdayetiyê de çû.”
Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Di sala 1997’an de beşdarî nava refên Partiya Karkerên Kurditanê (PKK) dibe. Viyan Soran şeva 1 bi 2’ê Sibata 2006’an girê dide li herêma Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêber Apo û hewildanên tesfiyekirina PKK’ê ya di hundir de çalakiyek fedayane lidarxist.
Dayîka şehîd Viyan, Glawêj Elî di salvegera 15ʼan a şehadeta keça xwe de axivî û got; “Her tim giringî dida karên xwe û li rex xwendina xwe kar jî dikir. Di mal û nava hevalên xwe de de keçek ziman xweş bû. Ji bo min weke hevalek nêzîk bû.
Dema ku li çiya di nava gerîlayan de bû, çend caran ez çûm serdana wê. Ji min re digot min dest bi xebatê kiriye. Me nekarî em rê li ber bigrin, ji ber ku biryara wê bi xwe bû. Ew li pey serkeftina gelê xwe û Kurdayetiyê de çû. Hêvî dikim wê dagirker bişkên û gelê Kurd bi serbikeve. Ji ber ku dagirker rojane me bombebaran dikin, dahatên me wêran dikin, bax û baxçeyên me dişewitînin.”
Dayîka şehîd Viyan Caf, Gelawêj di dawî de jî dibêje: “Hinek aliyên siyasî hene ku di navxweyî de xiyanetê li Kurdan û zarokên me dikin. Çi bikin ji bo xwe dikin, ev jî xiyaneteke mezine. Divê Kurd hemû weke bira bi hev re ji bo serkeftina gelê Kurd di nava hewldanan de bin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ