Pêşbirk û pêşangeh

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 20 Gulan 2023 - 03:23

Îro Festîvala Ciwanên Kurdistanê li bajarê Elmanyayê Freiburgê bi rê ve diçe. Di festîvalê de îsal çalakiyeke taybet a hunerî heye. Di konekî de 16 wêneyên ku ji bo pêşbirka "Bi çavên te welat" hatine şandin, tên nîşandan.

Ji organîzatorên pêşbirka di bin banê rêxistina jinên ciwan ên Kurdî li Ewrûpayê de, Hêlîn Xaşxaşok da zanîn ku hunermendên ciwan ên ji 15 salî heta di ser bîst salî re, 16 berhem ji bo pêşbirkê ji wan re şandine. 

Wê da zanîn ku ew ji encama pêşbirkê razî ne, lewma wan gelek hunermendên ciwan jî nas kirine. 

Ew ji berheman jî razî ne û her 16 berheman li konekî ji bo wan diyarkirî, yê li cihê Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya li Freiburgê, îro nîşan didin. Yanî ciwanên li festîvalê hazir wê karibin li pêşangehê jî bigerin û bibînin ka bi çavê hunermendên ciwan ên Kurd ên li derveyî welêt, Kurdistan çawa xuya dike.

Hêlîn Xaşxaşok da zanîn ku ew îro li cihê festîvalê, 3 kesên ku di pêşbirkê de hêjayî xelatê hatine dîtin jî eşkere dikin.  

 

Çiya û şoreş

Hêlîn Xaşxaşokê got, di wêneyên di pêşangeha pêşbirkê de nexasim jî çiya û îmajên şoreşê ji mijarên sereke bûne. Wê da zanîn ku nexasim jî reng û cilûbergên Kurdî di wêneyan de hebûn û her wiha hestên mirovan ên weke şahî û xemgîniyê jî di rûyên kesên li ser wêneyan de xuya bûne. 

Di nava wêneyan de tenê yek bi temamî dîjîtal e, di yekî din de jî li ser fotograf dijîtal kar hatiye kirin.

Bi pirranî rengên akrîîlk û aquarel hatine bikaranîn û yek wêne jî bi rengên rûnî hatine çêkirin.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.