- KJAR´ê bi boneya 25´ê Mijdarê pêşangeha wêneyan li dijî şideta beramberî jinê li Silêmanî vekir.
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya Roja 25’ê Mijdarê, Roja têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê, pêşangeheke wêneyan li Silêmaniyê vekir.
Pêr êvarê KJAR’ê bi boneya 25’ê Mijdarê, li Galeriya Emnesoreke ya Silêmaniyê pêşangeheke wêneyan vekir. 18 hunermend û nîgarkêş ên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi 50 berhemên xwe tevlî pêşangehê bûn.
Di tabloyan de îşaret bi jêhatîbûn û ezmûna jinan, û her wiha şideta li dijî jinan hatiye kirin.
Gelek Welatî çûn pêşangehê, di nava wan de hunermend, çalakvan û waliyê Silêmaniyê jî hebûn.
ROJNEWS/SILÊMANÎ