Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Cotmeh 2023 - 00:37

“Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê” wê di navbera 16-24'ê Kanûnê de li Amedê pêk bê. Ji bo vê pêşangeha pirtûkan, daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, fûar dê pirzimanî û pirçandî be. 

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Fûarvaniya Eylulê têkildarî “Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê” ya di navbera 16 û 24’ê Kanûnê de, li avahiya Cemiyeta Rojnamevanan a Başurrojhilat daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, xwediyê Weşanên JJ Azad Zal, Kordînatorê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev, Nivîskar Şeyhmûs Dîken, Midûrê Giştî yê Fûarvaniya Eylulê Remzî Çayir û nûnerên çend weşanxaneyan cih girtin. 

Fûar wê 9 rojan dewam bike

Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya yê ewilî di daxuyaniyê de got, bihayên lojîstîkê yên li welat ên ji ber pandemiyê û gelek pirsgirêkên din, li gelek deverên din li ber lidarxistina pêşangehên pirtûkan pirsgirêkên mezin derxistine holê. Kaya got, ew piştî çar salan ji bo ragihandina pêşengeha pirtûkan li vir in û got, “Pêşangeha me ya pirtûkan ku dê neh rojan bidome, dê di atmosfereke dilpakiyê de bê lidarxistin. Xwendevan û xwendekarên bajarên derûdorê jî wê li Amedê bi weşanxaneyan re bên cemhev. Di warê çanda xwendin û guhdarîkirinê de ku tabetmendiyên herî girîng ên herêmê ne, di atmosfereke cejnê de fûarek wê bê lidarxistin. Em texmîn dikin ku ev fûara ku bendewariya Amedê ye, wê di warê ziyaretvanan de bigihêje asteke rekorê.”

Fûareke pirzimanî û çandî

Piştre Nivîskar Şeyhmûs Dîken got, fûarên pirtûkan ne tenê pêşangehên pirtûkan, her wiha gelek beşên cuda jî di van fûaran de hene. Dîken got, "Divê pêşangeha me ya pirtûkan ya 10’an jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Divê xweşik were gotin ku pêşangeha pirtûkan bang li her beşê civakê dike. Me îsal ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê komîteyeke rêveber ava kir. Di vê lijneya rêveberiyê de 10 weşanxaneyên bi giranî li Amedê xebatên xwe dimeşînin û bi giranî pirtûkên Kurdî diweşînin hene. Ev lijne lijneyek e ku dê bi Fûarvaniya Mezopotamya û Fûarvaniya Eylulê re vê fuarê organîze bike û ev lijne dê diyarker be. Her wiha weke fûara pirtûkan a Amedê, em bi hişmendiya xizmetkar tevnagerin. Em kesayetên rewşenbîr in. Jixwe em diyar dikin ku ew ê bibe fûareke pirrzimanî û pirrçandî ya balkêş.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.