Li Peymangeha Hunere Ciwanekan ya li Helebceyê, Festîvala Hunerên Xwendekaran ya 5’an hate lidarxistin û tê de gelek karên hûnerî yên xwendekaran hatin nîşandan.

Derbarê mijarê de xwendekarê peymangehê ya bi navê Şaîste Refîq got, “Di festîvalê de berhemên şano, şêwekarî, wêne û peyker hatin nîşandan. Berhemên hatin nîşandan, hemû yên xwendekaran bûn. Pirraniya tabloyên hatin nîşandan li ser çanda Kurdî bûn û her wiha tabloyên ku kîmyabarana Helebceyê nîşan didan jî hebûn.”

Xwendekareke din a bi navê Sumeye Cebar jî got; “Ez weke xwendevanekê bi çêkirina peykeran tevlî vê festîvalê bûm, taybet ev festîval ji bo xwendekaran gelek giring e. Ji ber ku em dikarin bi rêya vê pêşangehê berhemên xwe bidin nîşandan.”

ROJNEWS/HELEBCE