- Luqman Ehmed bi berhemên xwe yên rengîn, lê her wiha bi rengê reş jî hunerê xwe nîşan dide. Hunerê wî ji tecrûbeya wî ya weke Kurd û weke insan xwe dide der.
Pêşangeha Luqman Ehmed li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Washingtonê li galeriya bi navê ARTfactory hatiye vekirin û navê wê jî "The Other Side of the Coin" (Aliyê din ê pelikê) e
Luqman Ehmed bi berhemên xwe yên rengîn, lê her wiha bi rengê reş jî hunerê xwe nîşan dide. Hunerê wî ji tecrûbeya wî ya weke Kurd û weke insan xwe dide der. Di wêneyên wî yên akrîlîk de em bi rehetî erdên Kurdistanê û mirovên wê dibînin. Motîfên weke rojê, gula berberojk, hesp, kevok û qumrî jî nîşanan vê yekê ne.
Di koleksiyona wî ya ‘Aliyê din ê pelikê‘ de çîrokên ji bîrkirî hene: reqsvaneke bi cilûbergên rengîn, hespê çarpîne xwe xar berdaye, jina şîngirêdayî ya nû bî maye.
WASHINGTON