Pêş îradeya jinan nayê girtin

Şemî 31 Tebax 2024 - 00:59

Di 28’ê Tebaxê de li taxa Enteriyê yê bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wesayîtekê de teqîn pêk hat û di encama vê teqînê de Endama Kongra Star Xalîde Mihemed Şerîf a 40 salî û kurê wê Hêjar Ednan Silêman ê 24 salî jiyana xwe ji dest dan. Tekilîdarî êrişa ku pêk hat, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên axivî.

Jiyan Hisên di destpêka axaftina xwe de ji malbata Xalîde Mihemed Şerif û kurê wê Hejar Ednan Silêman re sersaxî xwest û got:"Dayika Xalîde endama Kongra Star ya taxa Enteriyê ya Qamişlo bû. Dema ku ji ser kar vedigere wê biçe malê, ew û kurê xwe dibe hedefa êrişa hovane. Ev bûyera ku li bajarê Qamişlo taxa Enteriyê rû da, bi taybet ji bo me wekî Rêxistina Kongra Star bûyerekî bi êş e û ne ji rêzê bû. Di şoreşa Rojava de me gelek bedelên giranbiha da. Ev bûyera dayika Xalîde jî yek ji wan bûyeran bû ku bandor li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Jiyan Hisên diyar kir ku bi hedef girtina jinan destkeftiyên şoreşê tên armanc girtin  û got:“Her ku jin di nava vê şoreşê de xwe bi rêxistin dikin û civaka xwe bi rêve dibin, êriş û qirkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê jî  li ser jinan hin zêdetir dibin. Sedsala 21'emin bûye şoreşa azadiya jinan. Ji bo wê jî li her çar parçeyên Kurdistanê êriş, tundî û qetilkirina li ser jinan her diçe zêde dibin. Ev êrişên ku rojane li ser me têne kirin, wê bandor li xebatên tekoşîna me ya li dijî êrişan neke û wê soza me ya tekoşînê hîn zêdetir bilindtir bike. Em ê heta dawî şopdarê rêya wan bin. Di avakirina Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinê hate naskirin. Tekoşîn û berxwedana jinan ji tevahî jinên cîhanê re bû îlhama serkeftinê. Ev destkeftiyên ku jinên Kurd bi Şoreşa Rojava re bi destxistin, cesaret da tevahî jinên cihanê ku civaka xwe  bi rêxistin bikin û pergala xwe avabikin. Her ku qirkirin zêde dibin, hevgirtina jinan jî xurtir dibe. Herî dawî li Hindistanê jineke bijîşk ji bo doza mafê jinan kir hat qetilkirin û bi hezaran jin derketin qadan û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” xwedî lê derketin. Felsefa “Jin jiyan azadî” êdî ji bo tevahî jinên cîhanê bû yekitiya hevgirtinê."

NÛJINHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.