• Li Wargeha Penabaran Mexmûrê perwerdeya jineolojî ya ku ji bo zilaman hatî destpêkirin bi dawî bû.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li avahiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê, li ser navê Şehîd Bêkes Umriye perwerdeya jineolojî ya ku ji bo zilaman hatî destpêkirin bi dawî bû.
Di xîtama perwerdeyê de Endama Komîta Jineolojî Songûl Guler axivî. Guler di despêka axaftina xwe de spasiya kesên ku beşdarî perwedeyê bûne û kesên ku di komîsyona perwedeyê de bûn kir û got: “Em hêvîdarin ku ev xebat di dema bê de ji bo me bibe hêviya têkoşînê. Weke komîteya jineolojî ev xebata me pêşî bû û ji lewra em pê gelek bi heyecan bûn. Di karektera Jineolojî de parçekirin û yek alî meyzandin nîne, divê ji bo herdû zayendan jî em wisa bibînin.”
Songul Guler di dawiya axaftinên xwe de bal kişand li ser hevdu fêmkirin û hevdu temamkirina herdu zayendan û got: “Em dijkarin hev fêm bikin. Ji ber ku rê û rêbazên hevdu fêmkirinê û têkoşîna me diyar û zelal in. Divê em hev mezin bikin.”
ROJNEWS/MEXMÛR