Perwerdehiya şanoyê li Amedê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 28 Tebax 2021 - 03:43

Şanoya Bajêr a Amedê her sal li Amedê bi gelek lîstikan derdikeve pêşberî temaşevanan. kargehên bêheq ên şanoyêli dar dixe. Ew vê projeyê bi piştevaniya Înstîtuya Goetheyê organîze dike. Miracaetên ji bo xebatên kargehê 13’ê îlonê bi dawî dibin. Ji bo 20 kesan kontenjan hatiye veqetandin. Piştî miracaet bi dawî bûn, 18 û 19’ê Îlonê ji kesên miracaet kirî, 20 kes wê bên bijartin. 

Şanoya Bajêr a Amedê wê di kargehên wek Clown, Pandomîm, Hereket û Dans, Bûkoke, Jonglor û Nivîskariya Dramatîk de dersên Lîstikvaniya Bingehîn, Deng û Kondusyon, Dîrok û Têoriya Şanoyê, Analîza Metnên Dramatîk, Rîtm û Perwerdehiya Deng bide beşdaran. 

Kesên dixwazin beşdarî xebatên kargehê bibin, dikarin mircaetî Şanoya Bajêr a Amedê ya li Peyasê bidin û her wiha dikarin nav, paşnav û hejmara xwe ya telefonê, navnîşana e-maîla xwe ji amedtiyatro@gmail.com re bişînin û miracaet bikin. 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.