Performansên li dijî hişmendiya baviksalar

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Kanûn 2023 - 00:45

SÎBELCAN SELMAN / ANHA / HESEKÊ

Bi rolên xwe yên di performansên şanoyê de lîstikvana ciwan Cûmana Şêxo peyamên watedar ji jin û ciwanan re radigihîne.

Jina ciwan Cûmana Şêxo 20 salî ye û ji Hesekê ye. Dema 11 salî bû, bi saya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku rê li pêşiya ciwan û jinan vekir, ji bo ku mafên xwe bi dest bixin û ji ber ku malbata wê piştgiriya wê kir, derbasî qada lîstikvaniyê bû. Jina ciwan Cûmana bi rêya performansên xwe yên di şanoyan de, rastiya jinan li gel hegemonyaya zîhniyeta baviksalariyê radigihîne.

Her wiha balê dibe ser destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di qadên siyasî, aborî, civakî û leşkerî de bi dest xistin, her wiha zehmetiyên li pêşiya jinan ên ji ber biçûkxistina jinan û adetên şaş ên civakê. Cûmana hewl dide peyama ciwanan ragihîne ku dixwazin xwe bi pêş bixin û armancên xwe bi şêwaza xizmeta gel û civakê bikin, pêk bînin.

Xeyalên min bi şoreşê pêk hatin

Cûmana li ser hunera xwe wiha axivî: "Ji ber ku piçûk bûm, gelek astengî li pêşiya min derketin. Lê ruxmî derfetên kêm di destpêka şoreşê de û nebûna navendên perwerdeyê, min ji xwe re nekir astengî. Ji bo ku bikevim vê qadê, ez li hember nihêrîna şaş a civakê sekinîm. Bi saya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya ku bi şoreşa jinan tê naskirin, min xewna xwe temam kir.” 

3 lîktik û 20 jî skêç

Cûmana bi rolên sereke beşdarî 3 lîstikên; Qîrîn, Dêlika Gezkirî û Nazliya Memlûk û bi roleke şaxî beşdarî lîstikeke din û 20 skeçan bûye. Cûmana di şanoya Qîrîn de ku di Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê de hatiye nîşandan, rola jinekê lîst ku ji aliyê malbatê û civakê ve tê çewisandin û têkildarî wê got: "Min xwest balê bikişînim ser astengî û zehmetiyên jinan.”

Cûmana got ew ji ber performansên xwe kêfxweş e û wiha domand: "Nikarim kêfxweşiya xwe bînim ziman, dema dibînin çi qas performansên min bandorê li temaşevanan dikin. Ew israra me zêdetir dike ku performansên baştir pêşkêş bikin."

Cûmana bang li ciwanan kir ku behreyên xwe bi pêş bixin û armancên xwe pêk bînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.