Perestgeha Anzafê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 3 Îlon 2021 - 02:53

Ji navendên kult ango baweriyê ya herî girîng û kevn a Xaldiyan a ji bo Xweda Xaldî, ev der e. Ev perestgeh di nav Keleha jor de hatiye lêkirin, hima li kêleka wê qesreke xwerû û mezin hatiye avakirin. Weke nîşaneya vê, li rojhilat û bakurrojavayê kelehê li ser zinarên baş hatine teraştin, bi kolanê 22  rolyefên xwerû xêz kirine, ev jî xweber pîrozî û giringiya vê kelehê destnîşan dike. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, di kelehên din de yên ku bi fermana Key Menuwa hatine lêkirin, rolyefên bi vê dewlemendî û dilzîziyê hatine xêzkirin, tinene. Heta li kelaha navendî Tujpa û Qilbanî Kay jî rolyefên di vî reng û teşeyî de tinene. Ev jî giringîya vê Perestgeha Xaldî ya bi azînên perestgaha Susî hatiye lêkirin, li ber çavan radixîne.

Ev Perestgeha bi awayê lêkirina perestgeha Susî hatiye avakirin, perestgeh û qesir li başûr, kêleka cihê herî bilind a stadelê ne. Dîwarên der, weke perestgehan hemûyan bi çarçik e û di heman mezinahiyê de ye. Berahiya perestgehê 13, 40  x 13, 40 metre ye. Çengeyên diwaran bi şêweyeke rizalît  hatiye çêkirin, qalindiya dîwaran 2,5 metre ye. Prof. Dr. Belî radigîhîne ku dîwarên perestgehê di serdema navîn de ruxiyane. Dîwarên bakur û rojava hetanê hîmên dîwar hatiye ruxandin, tenê dîwarê rojhilat li pê maye. Mixabin, bi vê ruxandinê re zirr bûye li lewhayên divîsandî yên li perestgehê jî. 

Hêjayê gotinê ye, yekem lewhaya perestgehê arkeolog Waldemar Belck sala 1891‘ê, ne li kelehê di nava gundê Anzafê de dibîne. Li ser lewhaya ji kevirê kilsê û li ser rûyê baş hatiye teraştin, dinivîsîne ku Key Menuwa ev perestgeh daye çêkirin. Li ser du rûyê Kevirê ku baş hatiye sererastkirin bi xetên kûr hatiye nivîsandin. Li ser rûyê teng 6 rêz, li ser rûyê fireh jî 12 rêz hatine nivîsandin. Naveroka bingehîn di nava şeş rêzan de ye. Tê de wiha dinivîse: "Kurê Îşpûnî Menuwa bi destûra Xweda Xaldî ev perestgeha Susî ava kir, li dor wê jî keleheke bi hêz lêkir." Ev nivîs sê caran li ser hev hatiye duberekirin - Gelo gotina "qewlê mêran sê car e!" ji wir tê? - Piştî lêkolînên li ser keleh û perestgeha Anzafê di sala 1991‘ê de gihîşt encamekê, hê nû hate fêmkirin ku ev lewhayeke perestgeh û keleha Anzafê ye. Dema artêşa Rûs di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekem de bajarê Wanê dagir kiriye, ev lewha û gelek berhemên din jî bi xwe re birine. Ev lewha niha di bin vê nimiroyê de 'Ceretelli 1939: no. 8' li muzeya Tîflîsê ye.

Piştê vê desteserkirina Rûsan jî li keleh û perestgehê lêkolînên arkeolojîk hê bi awayekî berfirehtir hatine meşandin. Sala 1991‘ê piştî kolîn û hûrkolînên li dor dîwarê perestgehê yê rojhilat, lewhayeke din a Key Menuwa ya li ser avakirina perestgehê hatiye bidestxistin. Li vir jî li herdu aliyên kevirê di dîwar de hatiye nivîsandin, li ser rûyê Teng yê li bakûr dinihêre 7 rêz, li ser yê li rojhilat jî dinihêre ku pirr fireh e, 12 rêz li ser kevir hatine nivîsandin. Ev jî hima wekî kopiya lewhaya niha li muzeya Tîflîsê ye û ew niha bi vê nimiroyê 'Yaz. No: 3/Fig. 5' li Muzeya Wanê ye. Yê bixwaze, dikane biçe û bibîne. Li gel wê sê parçeyên lewhayeke din ku xuya ye, bi qestî hatiye parçekirin, hatine dîtin. Ew jî li Muzeya Wanê ne. Piştî restorekirin û beşên wî hatine xwendin, hatiye fêmkirin ku ev lewhayeke din e. Sala 2008‘an jî lewhayeke din a li ser perestgeha Anzafê, Salvînî dît, ew jî bi hêjmara 'Salvini 2008: I no. A 5-42A-B-C' li Muzeya Wanê ye.

Sala 2014‘an jî lewhayek hate dîtin, lewha li ser kevirê 0,70 x 0,75  x 0,68 metre ye û li ser rûyê çepê bi transkripsiyonê wiha dinivîse: 1 [Dhal-di-ni]-ni uš-ma-ši-ni 2 [mmi-nu-ú-a-še mi]š-pu-u-i-ni-hi-ni-še 3 [Dhal-di-i]-e e-ú-ri-i-e 4 [i-ni s]u-si-e ši-di-iš-tú-ni 5 [É.GAL ši]-i-di-iš-tú-ni 6 [ba-a]-du-si-i-e
Wergera wê:
Kurê Îşpûnû bi destûra Xweda Xaldî, ev keleh û perestgeha Susî ava kir!“ 
Li ruyê rastê jî li ser 7 rêzan heman tişt hatiye nivîsandin.
Agahiyên berdest yên li ser perestgehê ev in. Bi hêviya em di keleheke din de hev bibînin, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.