Pêngavê bandoreke mezin kir

Şemî 10 Tebax 2024 - 00:53

Di 1’ê Tirmeha 2024'an de Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wan li dijî tundiya li ser jinan û têkildarî hişyariya civakê bi dirûşmeya; 'Em Hevî Ne, Em Aşîtî Ne' li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyek dane destpêkirin. Rêxistina Sara di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ev hemle wê li bajar, navçe û gundewarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du mehan berdewam bike. Ev mehek û 9 roj in hemle berdewam dike. Endama Rêveberiya Rêxistina Sara Nesriya Mehmûd têkildarî hemleyê ji ANF'ê re axivî û ev yek anîn ziman:’’Hemleya me wê heya 1’ê Îlona 2024’an jî berdewam bike. Di vê hemleyê de herî zêde me xwest em herêmên ku pêkhateyên Ereb lê zêde ne, bigirin dest. Her wiha li herêmên berbehs heya niha jî ji aliyê gelek kesan ve zagonên malbatî nayên zanîn. Girêdayî hemleyê em derbasî gundan dibin û li wir jî em mal bi mal digerin. Em li gundan welatiyan li hev dicivînin û semînerên têkildarî li dijî tundiya li ser jinan li dar dixin û girêdayî mijarê welatiyan hişyar dikin. Her wiha em li wir zagonên malbatî li gel hemû bendên wê  ji wan re şîrove jî dikin. Em dibînin ku ji bo hemleyê eleqeyeke mezin heye û beşdarbûneke zêde jî çêdibe. Welatî jî dixwazin zagonên malbatî, Rêxistina Sara û karên wê ji nêz ve nas bikin. Armanca me ew e ku ji hemû welatiyên herêmê re van zagonan bidin naskirin da ku jin bizanibin ku zagonek heye û parastina wan dike. Li bajarê Reqa jî em amadekariyên vekirina Ofîsa Rêxistina Sara dikin. Her wiha bi rastî jî Reqa bajareke wisa ye ku bi zîhniyeta DAÎŞ’ê re rû bi rû maye. Ji bo ku ev yek were derbaskirin û jinên bajarê Reqa têkildarî mijarê werin hişyarkirin xebatên me bênavber berdewam dikin. Ev mehek û çend roj in ku  hemû komîteyên rêxistinan û hemû ofîsên xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatek mezin û giran dane destpêkirin. Her wiha vê hemleyê bandoreke mezin li civakê kir.’’

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.