Pêngava 'Aştî û Azadiyê'
Şemî 8 Sibat 2025 - 03:05
Siyasetmedarê Kurd Omer Onen diyar kir ku ew dixwazin bi vê pêngava “Aştî û Azadiyê” dane destpêkirin û got:"Em dixwazin bi vê pêngavê şerê psîkolojîk ji ser gel, civakê tê meşandin rakin. Em dixwazin bi serketî ji bin vê pêvajoyê derkevin."
Şandeya ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê di 28'ê Kanûna 2024'an û 22'yê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan pêk hatin, bi pêşengiya DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civînên gel bi dirûşma “Civînên Aştiya Civakî û Azadiyê” tên lidarxistin. DEM Partî û DBP di heman demê de van civînên daye destpêkirin di heman demê de hem derheqê pêvajoyê de gel agahdar dike û di heman demê de seferberiya rêxistinkirinê daye destpêkirin. Her wiha bi pêşengiya her du partiyan li sê bajaran jî mitîngên bi navê “Aştiya Civakî û Azadiyê” tên lidarxistin. Li Stenbol mitîng hat lidarxistin, li Amedê jî roja 8'ê Sibatê dê mitîng bê lidarxistin. Her wiha dê li bajarê Mêrsînê jî mitîng bê lidarxistin.
Siyasetmedarê Kurd Omer Onen têkildarî vê pêngava ku dane destpêkirin axivî.
Civînên me niha tên lidarxistin
Omer Onen destnîşan kir ku ew mal bi mal, gund bi gund tên bi gel re tên ba hev û got: “ Me pêngava seferberiyê, civakî û rêxistinî daye destpêkirin. Mal bi mal, gund bi gund li hemû bajaran ev civîn pêk tên. Sê mitîng me da pêşiya xwe. Ev civînên me niha tên lidarxistin. Gel tev li dibe û daxwaz û nêrînên xwe bi me re parve dike. Em dixwazin bi vê pêngavê şerê psîkolojîk ji ser gel, civakê tê meşandin rakin. Em dixwazin bi serketî ji bin vê pêvajoyê derkevin.”
Ocalan dibêje demokrasiyek mayînde
Omer Onen bi bîrxist ku peyamên Abdullah Ocalan her tim li ser aştiyê û demokratîkbûnê ne û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan her dem di peyamên xwe de banga aştî û demokrasiyek mayînde dike. Birêz Ocalan ji salên 1990'î ve heta îro nêrîn û fikrên xwe zelal tîne ziman û dixwaze aştiya civakî pêk were û civakek demokratîk were avakirin. Birêz Ocalan herî dawî gotibû ‘hefteyekê bidin min ez ê pirsgirêkê çareser bikim’. Niha jî di hevdîtinên dawî de birêz Ocalan dibêje ‘ez di aliyê felsefîk û teorîk de amade me. Hêza min a çareseriyê heye’. Gel ji birêz Ocalan bawer dike. Birêz Ocalan di peyamên xwe de pir eşkere tîne ziman ku divê şîdet ji holê rabe û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. Divê em jî vî barê giran ji ser milên birêz Ocalan rakin. Helbet di warê statû û nasnama gelê Kurd jî nîqaş hene. Divê ji bo vê zemînek hiqûqî û qanûnî were avakirin. Divê rewşa girtiyên siyasî yên Kurd li ber çavan were girtin. Divê Meclis di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabe. Heke bingeha her tiştî li Meclisê were amadekirin wê çaxê wê şidet ji holê rabe, gel jî wê di nava aştiyê de bijî.”
Em bi gelê xwe re tên ba hev
Omer Onen bal kişand ser rewşa gel û wiha got: “Demek dirêj e şerekî psîkolojîk, xerabûna civakê heye lê em dixwazin gel ji bin vê rewşê rizgar bikin. Em mal bi mal, gund bi gund dixebitin û dest bi seferberiya vê pêngavê kiriye. Em bi gelê xwe re tên ba hev û em li fikr û pêşniyarên wan guhdar dikin. Coş û hêviyek mezin di nav gel de heye. Ji 7 salî heta 70 salî bi hêvî û coş e. Helbet berxwedana gelê Kurd jî berdewam dike, çi dibe bila bibe gel dibêje em bi partiya xwe re û ew girêdayî birêz Ocalan in. Gel her çiqas ji desthilatê bawer neke jî lê bi hêvî ye û bi awayekî xurt li benda pêvajoyê ye.”
AJANSA WELAT / AMED