PENa Kurd wêneyeke Kurdistanî çêdike

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Çile 2024 - 03:40

ŞÎLAN ÇÎL-BAZÎD EVREN / MA / AMED

Navenda PENa Kurd, bi xebat û mîsyona xwe di nava kurdan de xwedî cihekî girîng e. Li gorî rêziknameya xwe PENa Kurd ji bo netewebûna gelê kurd jî xwedî cihekî gelek girîng e. PENa Kurd, niha jî bi du pirtûkên ku çap kirin xwe digihîne nivîskar û şopînerên xwe. Ji pirtûkan “Dije Dej”, bi 6 zaraveyên Kurdî hatiye nivîsîn. Her wiha di vê dawiyê de pirtûka bi navê “Rabûna Berî Li Gulberojan” ku ji 16 çîrok û 139 helbestan pêk tê, çap kiriye. Ev pirtûk, ji çîrok û helbestên nivîskarên di zindanan de pêk tê û ji hêla komîteya weşanê ya PENa Kurd ve hatiye çapkirin. 

Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan her du berhemên PENa Kurd ên hatin çapkirin nirxand û diyar kir ku wan xwestiye bi van berheman wêneyeke Kurdistanî çêbikin.

PENa Kurd weke PENa Navneteweyî xebatên xwe di bin çar komîteyên sereke de didomîne. Ev komîte, Komîteya Nivîskarên Di Zindanan de, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê, Komîteya Nivîskarên Ji Bo Aştiyê û Komîteya Nivîskarên Jin in.”

Ji çar aliyan bi hemû şêwezaran

Fîdan, anî ziman ku wan li gorî pêşniyazên di kongreyên wan de hatine kirin komîteya weşanê amade kirine. Fîdan, diyar kir ku di serî de wan xwestiye ku ew wêneyekî kurdistanî çêbikin, yanî ji çar aliyên Kurdistanê ji hemû şêwezarên Kurdî berheman berhev bikin û çap bikin. Fîdan, destnîşan kir ku daxwaza wan van berheman wergerînin zimanên din jî, da ku cîhan kurdan û nivîskarên kurdan ne tenê weke nav an jî gel, wan bi berhemên wan nas bikin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê me di serî de pirtûka ‘Dije Dej’ çap kir ku di tê de bi 6 zaraveyan û bi her du alfabeyên kurd niha herî zêde bi kar tînin, çîrok çap kirin. Di vê berhemê de 54 nivîskar hene û bi kurmancî, kurmanckî, soranî, lekî, kelhûrî û hewramî hatiye amade kirin. Me ev berhem di 2022’yan de li dijî kevnperestiyê û bi çîroka nûjen da weşandin. Ev xebat, xebateke nimûneye û gelekî girîng e ji bo me.”

Nivîskarên di zindanana de tadeyê dibînin

Fîdan, bal kişand ser komîteya nivîskarên di zindanan de û diyar kir ku komîteya wan ya nivîskarên di zîndanan de, komîteyeke gelekî çalak e. Fîdan, anî ziman ku gelek nivîskarên kurd di bin xetereyê de ne, tehdeyê dibînin û di zindanan de ne, lewma karê vê komîteyê gelekî giran e û ev tişt got: “Heta ku ji destê me tê em hewl didin bi vê komîteyê dengên nivîskarên di zindanan de ragihînin der ve. Piştî ku Dije Dij hat çapkirin û bertekên gelek erênî hatin, li gorî derfetên xwe me demildest xwest bijarteyeke berhemên nivîskarên di zindanan de jî derxin. Bi berpirsiyariya Roza Metîna ku berpirsa Komîteya Nivîskarên Jin e û her wiha di Komîteya Nivîskarên Di Zindanan de jî cih digire û berpirsiyarê Komîteya Weşanê Jiyar Cehanferd hat amadekirin. Bi dehan, bi sedan nivîskarên kurd hene di zindanan de. Me xwest ku em di serî de nivîskarên di bin xetereyê de ne, tehdeyê dibînin, di zindanan de yên hemû Kurdistanê berheman kom bikin, lê me dît ku karekî gelekî duvdirêj û zehmet e. Lewma me hewl da xwe bigihînin nivîskarên ku li Bakur di zindanan de ne. Di encama kedeke gelek mezin û giran de hevalên me tenê karîn xwe bigihînin 39 nivîskaran.”

Wêje nayê hepskirin!

Fîdan da zanîn ku gelek kurd bi taybetî li bakurê Kurdistanê di zîndanan de şiyar bûne û zîndan bûne pêşengiya azadiyê. Fîdan, diyar kir ku dîroka nêzîk a Kurdistana bakur de girîngiya zindanan nayê paşguhkirin û got; “Zindan, di jiyana kurdên Bakur de cihekî gelek girîng digire û di gelek waran de ji derve pêtir berxwedanek çêkiriye û pêşengtiya gelek karan kiriye. Niha jî di zindanan de gelek berhem tên afirandin. Xebata weşandina van berheman gelek hatine kirin. Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî, Weşanxaneya Aramê, Rojnameya Azadiya Welat ev kar kirine û niha jî hemû weşanxaneyên kurdan berhemên nivîskarên di zindanan de çap dikin. Zindan kana wêjeyê, kana afirandinê ne jî ji bo kurdan. Li gor min wêjeya zindanê têgeheke şaş e. Carna zindaniyek ji kesek li der ve pêtir, xweştir dikare berhemeke ku mekan li der ve ye, karakter li der ve ye, hişmendî li der ve ye binivîse. An jî kesek li der ve dikare çîroka girtiyekê/î binivîse. Wêje nayê zindanî kirin, lewma ez hez nakim têgeha wêjeya zindanê bi kar bînim. Lê mirov dikare bibêje ku ji bo geşbûna wêjeya kurdî, di zindanan de gelek berhem hatine afirandin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.