• Li Rojavayê Kurdistanê li Şehba, Kobanê û Hesekê xelkê bi yek dengî bêbextiya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rûreş kir û doza azadkirina wî kir. 

Xelkê bajarên Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh bi çalakiyên bi heybet, Komploya Navneteweyî rûreş kir. Di salvega 23´yan a bêbextiya navneteweyî de li kantonên Hesekê, Kobanê û herêmên din, komplo hat şermezarkirin. Li gelek bajaran bi deh hezaran mirovî doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û li Kobanê xelk weke pêleke çemekî bi şid herikî meydanan. 

KOBANÊ: Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî bi hezaran xelkê herêma Firatê bi dirûşma "Em banga azadiya serok Apo dikin" li navenda Kobanê meşiyan. Meşê ji Meydana Jina Azad dest pê kir û li Meydana Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Meşvanên meşa dirêj ên ser bi Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekitiya Jinên Ciwan piştî ku 3 rojan meşiyan, doh gihiştin Kobanê û tev li meşa mezin bûn.
Li Qada Şehîd Egîd, cihgirê hevserokatiya Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê  bang li xelkê kir da ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin, ji ber ku ev tecrîd ne tenê li ser gelê Kurd e, li ser gelên bindest hemûyan e.

FAFÎN: Bi deh hezaran Efrînî û Şehbayî, doh ji bo rûreşkirina komployê li navçeya Şehbayê Fafînê civiyan. Meşa xelk ji navenda navçeyê ber bi rêya sereke ya Dibistana Ajotinê ve bû. Endamê rêveber ê Meclisa Herêma Efrînê Îsmaîl Xabûr li vir  got, armanca dijmin ew bû ku gelê Kurd û nasnameya wî tine bike, lê belê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û hevgirtina gelan dawî li komployan aniye.
Piştre endama rêveber a Kongra Star Elîf Şêx Mihemed bang li civaka navneteweyî û gelên aştîxwaz kir da ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst û kesên dijberiya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan dikin, helwêsta xwe diyar bikin.

HESEKÊ: Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundên wê, ji pêşiya Parka Serok Ocalan heta taxa Nasre meşiyan. Meş li Meydana Sîtî Baz (Qada Suryan) veguherî mîtîngê. Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso got, “Rêber Abdullah Ocalan ne rêberê partiyekê bû. Lê belê ew rêveberekî neteweyî ye û banga çareserkirina dozên gelên bindest kir."
Rûspiyê êla Cebûr, El-Hezîm Ferhan Cemîl Atiye jî got, “Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest têkoşiya û bi saya wî, em niha azad in. Em hêz û vîna xwe jê digirin û bi saya ciwanan me welatê xwe rizgar kir û DAIŞ tine kir."

DIRBÊSIYÊ: Bi hezaran kesî meşek li dar xist, li Meydana Şehîdan jî meşa xweveguherand mîtîngê. Hevserokê PYD`ê yê navçeyê Mihemed Xelef got, bi saya têkoşîn û berxwedana gel komplo têk çûye.

TIL TEMIR: Bi hezaran kes ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan heta bi Çerxerêya Qendîlê meşiyan. Li çerxerêyê mîtîng çêbû. Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Ednan Kalo ji bo komplogeran got, “Ew difikirîn ku şoreşa ku Rêber Ocalan pê rabûye jî wekî yên beriya wê ne, lê nezanîn ku şoreşa gel û kedkaran e."

ŞEDADÊ: Li Şedadê rûspiyên herêma başûrê Hesekê tevî xelkê komplo rûreş kirin. Piştî meşa li bajêr, li ber avahiya Partiya Sûriye Paşerojê, endamê rêveber ê PYD`ê Mistefa Ehmed got, “Em di vê rojê de berxwedana lehengên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) silav dikin, ya ku di Pêngava Gurzê Gelan de komploya nû ya li dijî Rêveberiya Xweser têk bir.”

HOL: Bi amadebûna rûspî û şêxên êlên herêmê û bi beşdariya xelkê navçeyê, komplo hat şermezarkirin. Berpirsê nivîsgeha PYD’ê Emar Hisên got, “Armanca komployê desteserkirina Rojhilata Navîn bû, lê Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û perspektîfên xwe, bi projeya neteweya demokratîk karîbû wê armancê têk bibe.”

TEBQA: Bi sedan kes li pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya kom bûn û ber bi Navenda Çand û Huner ve meşiyan. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Zîlan Omer got, “Vê komployê ne tenê Rêbertî kir hedef, lê belê gel û civakên azadîxwaz û demokratîxwaz hemû kirin hedef. Em bang li Meclîsa Ewlehiyê ya NY`yê, rêxistinên navneteweyî û hiquqî dikin da ku zextê li rejîma Tirk bikin da ku Rêber Abdullah Ocalan serbest berdin."

NAVENDA NÛÇEYAN