Pêkenok û yariyên Kurdî; Aşê Dînan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:58

Weşanên Aryenê pirtûka bi navê “Aşê Dînan” a girtiyê nivîskar Abdullah Ongulu Şêrwî ku ev 29 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, çap kir.

Pirtûk bi pêkenok, hîcw û yariyan dadikeve. Nexasim jî yên gelerî, yên meleyên meşhûr û yên zindanê.

Nivîskar derbarê pirtûka xwe de van tiştan dibêje; “Hinek tişt hene ku hûn nikarin wan hilbijêrin, ew we hildibijêrin. Nivîsandin jî yek ji van tiştan e. Balkêş e ku êş û azar bi xwe re encamên kenokî jî tînin. Di malzaroka êşan de pêkenî, wek mudaxileya nefsî tê tepisandin û di nava demê de winda dibe. Dema min dest bi nivîsandinê kir, min ferq kir ku çîrok bang li hev dikin. Tu ji salika çîrokan yekê derdixî, wê bi mirovekî xerab re navêjî, li şûna wê yekî din tê. Di salên borî de gelek kevir di paşila min de kom bûbûn û êdî li min giran dihatin. Bi hêviya ez serê hinekan bişkînim, min wan ji rast û çepê xwe ve avêtin...” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.